Elmanyayê dewleta Tirk hişyar kir: Bi Kurdan re şer nekin

Wezîra Karên Derve yê Elmanyayê Baerbock der barê êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewleta Tirk hişyar kir û got, "Nabe ku weke Îran û Rûsyayê careke din aliyên sêyemîn li welat fêlbaziyê bike.”

JI ELMANYAYÊ PEYAM ROJAVA

Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock li ser şerê navbera dewleta Tirk û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewime hişyarî kir û got, "Eger di şerê bi Kurdan re DAÎŞ bextewar bibe ev feydê nade ti kesî."

Li gorî nûçeya DW’ê; Annalena Baerbock diyar kir ku rewşa şer a muhtemel wê ji bo Sûriye, Tirkiye û Ewropayê bibe gefeke ewlehiyê û destnîşan kir ku divê yekiîtiya axa Sûriyeyê were parastin. Annalena Baerbock got ku nayê qebûlkirin ku “Nabe ku weke Îran û Rûsyayê careke din aliyên sêyemîn li welat fêlbaziyê bike.”

Wezîr Annalena Baerbock da xuyakirin ku Kurdan di paşvexistina DAÎŞ'ê ya li Sûriyeyê de roleke taybet lîstin û got, "Helbet berjewendiyên Tirkiyeyê yên ewlekariyê yên rewa hene. Tirkiye jî mîna her welatekî dixwaze terorê ji holê rake. Lê belê nabe careke din li ser Kurdan tundî bê meşandin.”

Annalena Baerbock destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî peyama "Em hemû berpirsiyar in ku rê li ber tundûtûjiyê dubare bigirin û pêşî li avakirina hêzên nû yên radîkal bigirin."

Annalena Baerbock bal kişand ser komkujiyên hovane yên terorîstên DAÎŞ'ê li dijî Kurdan pêk anîne û anî ziman ku têkoşîna li Kobanê "sembola şerê lehengiya Kurdan a li dijî DAIŞ'ê ye."