NÛ BÛ

Li Îranê ji bo 10 kesan cezayê dervekirinê hat birîn

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku Îranê li 10 kesên ku tevlî serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” bûne cezayê darvekirinê biriye.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (AMNESTY) bi daxuyaniyekê ragihand ku dadgeha Îranê li welatiyên bi navê Fazil Behramiyan, Manuçehr Mêhmannewaz, Mêhran Behramiyan, Mîlad Armun, Elîriza Kêfayî, Emîr Mihemed Xoş Îqbal, Nevîd Necaran, Hisêyn Nîmetî, Elîriza Bermerzpornak û Mêhrab Ebdulah Zade bi awayek ne dadperwerane cezayê darvekirinê biriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin her 10 kes jî tevlî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” bibûn û bi hinceta “Kuştina bi qestî” û hinek ji wan jî ji bo ku sûcên xwe qebûl bikin, hatine êşkencekirin.