Protesto didomin: Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin!
Di çalakiyên ku qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn têde hatin protestokirin de, peyama “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” hate dayîn.
Di çalakiyên ku qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn têde hatin protestokirin de, peyama “Çapemeniya Azad nikare were bêdengkirin” hate dayîn.
Bertekên li dijî qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn didomin. Li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û komkujî hate şermezarkirin.
RIHA
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA), li navçeya Wêranşar a Rihayê qetilkirina rojnamegeran protesto kirin. Daxuyanî, li pêşiya rêxistina DEM Partiyê ya Wêranşarê hate dayin. Hevşaredar Bedriye Yorgun, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan û pankarta “Kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike” hatin hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Wêranşarê Ramazan Dîrîl diyar kir ku qetilkirina Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, nîşaneya dijminatiya li hemberî gelê Kurd e.
Dîrîl, bi domdarî destnîşan kir ku rojnamegerên hatin qetilkirin di nava şert û mercên pir zehmet de ji bo ragihandina rastiyê têdikoşiyan û wiha got: “Çapemeniya Azad ku di nava şert û mercên herî zehmet de li her çar aliyên cîhanê hewl dide rastiyan bi raya giştî re parve bike, kedeke mezin dide. Lewma jî gelek rojnamevan hatin qetilkirin û girtin. Tevî van zextan û zilmê jî têkoşîna Çapemeniya Azad mezin bû û dê mezintir bibe. Nazim û Cîhan her tim bûn dengê heqîqet û Rojava.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Kes nikare Çapemeniya Azad bêdeng bike” û bi çepikan bi dawî bû.
ÇEWLIG
DEM Partiyê li Çewligê jî daxuyanî da. Rêveberên partiyê yên bajar û navçeyan, rêveberên DBP’ê yên bajar û aktîvîstên TJA’yê tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” ku wêneyên rojnamevanên hatin qetilkirin li ser bû hate hilgirtin. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Hasan Soysal, wiha got: “Qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn, encama hêrs û tirsa ji xebatên rojnamevaniyê ye. Li dijî heqîqetê şer dikin. Ev êrîş, dikevin çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê û hiqûqa gerdûnî. Divê her kes li dijî van êrîşan dengê xwe derxîne.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Çapemeniya Azad bêdeng namîne” bi dawî bû.
WAN
Bi pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJA’yê li Wanê çalakî hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî jî tevlî bûn. Girse, li Taxa Karşiyakayê hate gel hev lê polîsan nehiştin meşa li vir were lidarxistin.
Koma ku ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin, çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Rojava neket dê nekeve”, “Rojava rûmeta me ye” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hatin berzkirin.
Piştî demekî dirêj, beşdaran sirûd xwendin û çalakî bi dawî kirin.