ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bakirhan: Desthilatdarî hewldanên diyalogê sabote dike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê bi êrîşên dagirkeriyê, qeyûm û zextê hewldanên ji bo danûstandin û diyalogê sabote dike. -
Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan hat kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Ji bo Rojda Çîftçiyê cezayê hepsê
Ji ber îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Sekretera Şaxa Dersimê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê Rojda Çîftçî hat birîn. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Şanaz Îbrahîm Ehmed destpê kir
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Endama Dîwana Serokatiyê ya YNK'ê Şanaz Îbrahîm Ehmed destpê kir. -
Salek û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan Bêrîtan Canozer hat birîn
Rojnamevan Bêrîtan Canozer di doza ku bi hinceta “propogandaya rêxistinê kiriye” dihat darizandin de, salek û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. -
229 parêzerên Îranî bang kirin
229 parêzerên Îranî ji bo rawestandina cezayê darvekirinê bang kirin ku li Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn. -
‘Berpirsyarê sûcên li Rojava, yekser asta payebilind a dewleta Tirk’
Parêzer Jan Fermon, anî ziman ku dewleta Tirk sê cûre sûcên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, sûcên şer, sûcên li dijî mirovahiyê û êrîşkariyê û wiha got, "Berpirsyarê van sûcan ne tenê leşker, yekser asta payebilind a dewleta Tirk e." -
Operasyona qirkirina siyasî: 52 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de bi ser malan de hate girti û 52 kes hatin binçavkirin ku endamên EMEP, SYKP, HDK, DBP, Partiya Çep a Kesk û rojnamevan jî di nav de bûn. -
ROJEVA 18'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Mêrsînê 11 kes hatin girtin, ji bo 10 kesan biryara dersînorkirinê hat dayîn
Dadgeriya Tirk ji 29 kesên ku li navçeyên Mêrsînê di serdegirtinên malan de hatibûn binçavkirin, 11 jê hatin girtin û ji 10 kesan re biryara dersînorkirina ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dayîn. -
Ayşegul Dogan: Name gihîştiye Qendîl, Ewropa û Rêveberiya Xweser
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê piştrast kir ku Rêber Apo ji Qendîl, Ewropa û Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê re name şandiye û got: ‘’Wan bi xwe jî ragihand. Me jî ev yek teyît kir.’’ -
YCWK’ê li Mêrsîn, Elîh û Wanê çalakî li dar xist
Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û darbeya qeyûm a li dijî vîna gel li gelek bajaran çalakî li dar xistin. -
Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin
Ji 4 kesên di 14’ê Sibatê de li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, endamê PM’ê yê DEM Partiyê Sabrî Gul, Mehtap Alîşan û ekolojîst Koray Turkay bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin. -
Berxwedana Wanê didome: Dawiya qeyûm û dizan hatiye
Hevşaredar Abdullah Zeydan di çalakiyên li dijî xespa qeyûm de axivî û got, “Em soz didin, dawiya qeyûm û dizan hatiye.” -
Komploya 15'ê sibatê li Tambovê hat şermezarkirin
Komplya 15'ê sibatê ya li dijî Rêber Apo li bajarê Mîçûrînsk a herêma Tambovê hat şermezarkirin. -
Erdogan Hevşaredarê Tetwanê da girtin
Bi îdîaya 'heqareta li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan', Hevşaredarê Tetwanê Mumîn Erol hate binçavkirin. -
Milîsên HBDH'ê li Îzmîrê çalakî kirin
Milîsên Serpîl Polat ên HBDH'ê ragihandin ku li dijî desteserkirina şaredariyan wan çalakî kirine û trafoyên eletrîka febrîqeyan ên li Îzmîrê îmha kirine. -
Anket: Daxwaza perwerdeya bi Kurdî ji sedî 97.8 e
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk di navbera 28'ê Çileyê û 11'ê Sibata 2025'an de li 22 bajaran anketek kir û ast û daxwaza bikaranîn zimanê dayikê ya li Tirkiyeyê pîva. -
'Çareserî ne girtin e, pêşîgirtina li cezayên bêhiqûqî ye'
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê parêzer Omer Taş, anî ziman ku çareserî ne zêdekirina hejmara girtîgehan e, berovajî pêşî li cezayên bêedalet û bêhiqûqî girtine. -
QSD: Dewleta Tirk û çeteyên wê bombe li 13 gundan barand
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker 16'ê Sibatê roja Yekşemê bombe li 13 gundan barand. -
Milîsên Jin ên Agir û Rojê malpera MÎT’ê hack kirin
Malpera fermî ya MÎT’ê ji aliyê Milîsên Jin û Rojê ve hate têkbirin. -
Heya azadiya Rêber Apo mîsoger nebe, wê têkoşîn bidome
Weke heval Viyan Soran gotiye em ê ti carî nehêlin agirê ocaxa Rêber Apo sar bibe. Heya azadiya Rêber Apo mîsoger nebe, wê têkoşîn û berxwedana me berdewam bike. Girêdana me ya bi Rêber Apo re heya dawiyê wê bidome. -
ROJEVA 17'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Wanê bi hezaran kes li dijî desteserkirina vînê daketin qadan
Li Wanê bi hezaran kes di çalakiya ku bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) hat lidarxistin de li dijî desteserkirina vînê meşiyan. -
Berxwedana li Wanê didome: Şarederî ji bo me kolan e, gel e!
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di çalakiya protestokirina desteserkirina şaredariya Wanê de axivî û diyar kir ku ew ê li dijî desthilatdariya otorîter lihevkirina bajaran a herî berfireh ava bikin û got, “Şaredarî ji bo me kolan e, gel