QSD: Dewleta Tirk û çeteyên wê bombe li 13 gundan barand

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker 16'ê Sibatê roja Yekşemê bombe li 13 gundan barand.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê yên duh, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

"Duh (yekşem) êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên derdora Pira Qereqozakê û girên derdora wê berdewam kir.

Balafirên bêmirov gundê Bîr Hesen û girê Elûş bombebaran kirin, di heman demê de balafirên şer girekî din û gundê Xeseq bombebaran kir û di encamê de ziyanên madî çêbûn. Li gel bombebarankirina hewayî, bi topên giran, tank û topên hawanê piraniya gundên derdora pira Qereqozakê, bi awayekî ketober hatin topbarankirin. Zêdetirî 60 topan li gundên El Tîna, Cada, Bîr Hesen, Xeseq, Dîkan, Melha û Sl Sene û girên Sêvê û Qereqozaqê, ketin û ziyanên madî li mal û milkên şêniyên wan gundan bûn.

Li eniya bendava Tişrînê; artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji şeva şemiyê heta duh danê sibê, bi çekên giran derdora bendavê topbaran kir. Li esmanê bendavê û bejahiya wê jî balafirên bêmirov firiyan, di heman demê de dagirkerî û çeteyên wê bi topên giran Mesakin El Umaliye û derdora wê topbaran kirin û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, her wiha 4 êriş birin ser bajarokê Şêxler/El Şûyûx û derdora wê li rojavayê Kobanê û di encamê de ziyanên madî li mal û milkên sivîlan bûn. Li esmanê herêmê tevgera balafirên şer û balafirên bêmirov dewam kir.

Li ser bajarokê Eyn Îsayê jî duh tevahiya rojê balafirên şer û balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker bê navber firîn.”