YCWK’ê li Mêrsîn, Elîh û Wanê çalakî li dar xist

Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û darbeya qeyûm a li dijî vîna gel li gelek bajaran çalakî li dar xistin.

Di daxuyaniya YCWK’ê de wiha hat gotin: “Ciwanên ku li taxa Yenîpazar a Mêrsînê, taxa Hîlal a Elîhê û li taxên Şemsibey, Yenîmahalle, Seyrantepe, Şamûranaltî, Dûzyol û Xaçortê yên Wanê daketin qadan, bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan li dijî dagirkeran çalakî li dar xistin. Ciwanan li gelek cihan barîkat danîn û nehiştin dagirker bikevin taxan.”

Hat diyarkirin ku çalakî di çarçoveya pêngava “Têkoşînê mezin bikin bi Rêber APO re azad bibin” hatine lidarxistin.

YCWK’ê wiha domand: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bê em ê li qadan bin û êrîşên li dijî dagirkeran bidomînin. Em bang li her kesî dikin ku li dora Rêber APO bibin yek.”