BI DÎMEN

Komploya 15'ê sibatê li Tambovê hat şermezarkirin

Komplya 15'ê sibatê ya li dijî Rêber Apo li bajarê Mîçûrînsk a herêma Tambovê hat şermezarkirin.

15'Ê SIBATÊ

Kurdên Herêmê li avahîya Mala Kurdan a li bajarê Mîçûrîskê ya herêma Tambov a Rûsyayê kom bûn û komploya navnetewî ku di 15'ê sibata 1999'an de li dijî Rêber Apo pêk hat, bi civîneke gel şermezar kirin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre berpirsyar û rûspîyên herêmê axivîn û komplo şermezar kirin. Di axaftinên xwe de bal kişandin ser armancên komployê û gotin ku bi vê komployê xwestin gelê kurd 100 salên din bindest bihêlin, lê bi saya berxwadana Rêber Apo ew ne gihîştin armanca xwe.

Civîn bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.