Bakirhan: Desthilatdarî hewldanên diyalogê sabote dike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê bi êrîşên dagirkeriyê, qeyûm û zextê hewldanên ji bo danûstandin û diyalogê sabote dike.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê bi êrîşên dagirkeriyê, qeyûm û zextê hewldanên ji bo danûstandin û diyalogê sabote dike.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan li civîna koma partiya xwe ya heftane ya li Meclîsê mijarên di rojevê de ne nirxand.
Bakirhan bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bal kişand ser astengî, zext û qedexeyên li ser Kurdî û got, "Her ziman bedew e, rengek e, hebûnek e. Em jî dibêjin zimanê me, Kurdî rûmeta me ye. Îro hem îradeya me hem jî zimanê me înkar dikin. Sîstema qeyûm dijminatî ye."
Bakirhan bal kişand ser xizmetên şaredariyên DEM Partiyê yên ji bo zimanê dayikê û got, "Saziyên çand û ziman ên ku şaredariyên me ava kirine, têne girtin. Welê lê hatiye ku lêpirsîn li tabelayên bi zimanê cuda tê vekirin."
Bakirhan bal kişand ser desteserkirina îradeya gel a li Wanê û got, "3 car in îradeya gelê Wanê desteser dikin. Desthilatdariya AKP'ê baş zane ku cihên winda kiriye nikare di hilbijartinê de bi dest bixe. Baş e ku êdî di xewna xwe de jî nikare Wanê bi dest bixe. Lewma bi lîstikan û bi darbeyan hewl dide vê îradeyê bi dest bixe."
Bakirhan destnîşan kir ku desteserkirina şaredariyan darbe ye û qeyûm jî weke 'karmendê mêtingeriyê' pênase kir.
Bakirhan işaret bi dema desteserkirina şaredariya Wanê kir ku di 15'ê Sibatê de hate kirin û got, "Desthilatdariya AKP'ê sabotajê li hewldanên danûstandin û diyalogê dike. Ji Wanê heta bi Tişrînê û operasyonên heyî yên li hemberî HDK'ê, aqlekî welê heye ku dixwaze hêviya aştiyê ji holê rake. Civak di 15'ê Sibatê de li benda banga ji Birêz Ocalan bû; lê desthilatdariyê bi nêzîkatiya xwe ya ku di neçareseriyê de israr dike, peyam da civakê. Em li benda bangê bûn, lê wan bi qeyûm peyam dan."
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan işaret bi hewldanên çareseriyê yên Rêber Apo kir û got, "Dibêje, werin em hesabên teng ên berê, şer û dijminatiyê êdî bidin aliyekî. Em jî piştgiriYê didin vê paradîgmaya Birêz Ocalan, li gel wê ne û heta dawiyê pê bawer in."
NÎQAŞÊN LI SER ÇARESERIYÊ HINEKAN ACIZ DIKE
Bakirhan diyar kir ku nîqaşên li ser çareseriyê yên piştî 1'ê Cotmehê destpê kirin hinekan gelekî aciz dike û got, "Lê belê ez ê dilê wan îro bihêlim, agahiyeke min a nebaş ji bo wan heye. Çend roj berê PKK'ê daxuyaniyeke gelekî girîng kir. PKK got: Li ser bingeha azadiya Kurdan, ew ê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê helwestê nîşan bide. Diyar kirin ku armanceke wan a ji bo parçekirina welêt, hilweşandina dewletê nîne, fikarên bi vî rengî ne di cih de ne. Ev daxuyanî gelekî girîng bû. Aliyê Kurd, hema bibêje hemû pêkhateyên tevgera Kurd ragihandin ku ew piştgiriyê didin vê pêvajoya Birêz Ocalan û pê re ne."
BERF DIÇE AX DIMÎNE
Bakirhan got, "Em bi biryar in ku aştiyê biparêzin, jiyana wekhev û azad a gelan pêk bînin, vî welatî ne bi tirsê lê bi hêviyê bi rê ve bibin. Em bi biryar in ku vê têkoşînê bimeşînin" û axaftina xwe bi zimanê Kurdî qedand: "Me bi Kurdî destpê kir, em bi Kurdî biqedînin. Berê gotinek hebû; digot berf diçe ax dimîne. Ew ê herin, em ax in em ê bimînin. Em mafdar in, em ê bi ser bikevin. Serketin."