Li Îzmîrê 3 kes hatin girtin

Ji 4 kesên di 14’ê Sibatê de li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, endamê PM’ê yê DEM Partiyê Sabrî Gul, Mehtap Alîşan û ekolojîst Koray Turkay bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” hatin girtin.

Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gonûl Yalçin, endamên PM’ê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabrî Gul, Mehtap Alîşan û ekolojîst Koray Turkay piştî karên li midûriyeta polîsan îro sewqî Edliyeya Îzmîrê hatin kirin.

Polîsan der barê daxuyaniyên çapemeniyê yên ku beşdarî wan bûne, telefon û xebatên partiyê ji 4 kesên binçavkirî pirsîn.

Her wiha îfadeya şahida vekirî Buse Aslan di dosyaya Gonul Yalçin û Sabrî Gul de cih girt.

Koray Turkay ê ku derxistin dozgeriyê, ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal yên li ser êrîşa li dijî Bendava Tişrînê û kovarên Modernîteya Demokratîk, Jineoloji û Jiyana Ekolojîk hat sûcdarkirin.

Koray Turkay di îfadeya xwe de diyar kir ku têkoşîna ekolojiyê tê krîmînalîzekirin. Piştî îfadeyê Turkay bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin, biryara girtinê hat dayîn.

Piştî îfadeyên li dozgeriyê Sabrî Gul, Mehtap Alîşan û Gonul Yalçin jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dadgeha Cezayê Sulhê biryara girtina Sabrî Gul û Mehtap Alişan da. Gonûl Yalçin bi bi şertê kontrola edlî hat berdan.