Anket: Daxwaza perwerdeya bi Kurdî ji sedî 97.8 e
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk di navbera 28'ê Çileyê û 11'ê Sibata 2025'an de li 22 bajaran anketek kir û ast û daxwaza bikaranîn zimanê dayikê ya li Tirkiyeyê pîva.
Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyo-Polîtîk di navbera 28'ê Çileyê û 11'ê Sibata 2025'an de li 22 bajaran anketek kir û ast û daxwaza bikaranîn zimanê dayikê ya li Tirkiyeyê pîva.
.285 kesên bi rengekî online tevlî anketê bûn, ji sedî 97.8 ê ji wan daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê kirin. Ji Amed, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Erzîrom, Semsûr, Wan, Mêrdîn, Riha, Çewlîg, Agirî, Antalya, Mersîn, Şirnex, Bûrsa, Dîlok, Êlih, Colemêrg, Dersim, Meletî, Edeen û Sêrtê mirov tevlî anketê bûn.
Li gorî encamên anketê ji her 5 zarokên kêmî 11 salî yek jê zêde bi zimanê xwe yê dayikê neaxive.
Her ku temen biçûk dibe, rêjeya axaftina bi zimanê dayikê jî kêm dibe. Ev rewş pêwîstiya bi tedbîran radixe pêş çavan ku ji bo zimanên dayikê yên ji bilî Tirkî bigihêje nifşên nû, ji aliyê qanûnî, civakî û malbatî ve tedbîr bêne wergirtin.
ENCAMÊN KU BALÊ DIKIŞÎNIN
Profîla beşdaran: Ji sedî 97.5 ê beşdaran Kurd, ji sedî 80.4 bi Kurmancî, ji sedî 17 jî bi Kirmanckî diaxivîn.
Axaftina bi zimanê dayikê li nava malê: Ji beşdaran ji sedî 41.7 li malê bi Kurmancî, ji sedî 35. jî bi Tirkî diaxivin.
Şarezabûna li ser zimanê dayikê: Ji sedî 33.9 ê beşdaran diyar kirin ku bi têrkerî bi zimanê dayikê fêhm dikin, ji sedî 27.2 jî bi têrkerî dikare pê biaxive. Lê belê rêjeya xwendina bi zimanê dayikê (Ji sedî 21.9 gelekî têrker) û rêjeya nivîsandinê jî (Ji sedî 19.1 gelekî têrker bû.
Sedemên kêmaniyê: Nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê, polîtîkayên asîmîlasyonê û neaxaftina li nava malê weke sedemên sereke yên kêmaniya bikaranîn ziman hate diyarkirin.
Ji sedî 17.7 ê beşdaran diyar kirin ku zarokên wan perwerdeya bi zimanê dayikê werdigirin, ji sedî 97.8 jî ragihandin ku ew dixwazin zarokên wan perwerdeya bi zimanê dayikê werbigirin.