Li Wanê bi hezaran kes li dijî desteserkirina vînê daketin qadan
Li Wanê bi hezaran kes di çalakiya ku bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) hat lidarxistin de li dijî desteserkirina vînê meşiyan.
Li Wanê bi hezaran kes di çalakiya ku bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) hat lidarxistin de li dijî desteserkirina vînê meşiyan.
Piştî daxuyaniya ku bi beşdarbûna nûnerên Partiyê hat kirin, girseyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” û “Emê bi berxwedanê bi ser bikevin” ji Kolana Cûmhûriyetê heta avahiya DEM Partî ya bajêr meşiyan.
NÛNERÊN SIYASÎ MEŞIYAN
Di meşê de Hevserokên Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan, Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen, Endamê Partiya Çep a Kesk Nacî Sonmez, Cîgira Serokê Giştî ya Partiya Tevgera Kedê (EHP) Senem Denîz Kural, Endamê Lîjneya Rêveber a Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Orhan Kok, Seroka Giştî ya Pariya Jinûve Avabûnê (SYKP) Feray Mertoglû, parlementer û hevşaredar amade bûn.
Girseyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Abdûllah Zeydan rûmeta me ye”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Bijî berxwedana gele Wanê” gihiştin avahiya DEM Partiyê.
LI DIJÎ DORPÊÇA POLÎSAN MEŞIYAN
Girse dema gihişt avahiya Partiyê, polîsan avahiyê dorpêç kirin û nehiştin kesên li hundir derkevin. Di navbera welatî û polîsan de gengeşe derket. Piştî gengeşetê girseyê barîkatên polîsan derbas kirin û ber bi taxan ve meşiyan.
Meş li gelek taxên bajêr dewam kir. Di tevahiya çalakiyan de îşaret bi piştevanî û berxwedanê hat kirin.