'Çareserî ne girtin e, pêşîgirtina li cezayên bêhiqûqî ye'
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê parêzer Omer Taş, anî ziman ku çareserî ne zêdekirina hejmara girtîgehan e, berovajî pêşî li cezayên bêedalet û bêhiqûqî girtine.
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê parêzer Omer Taş, anî ziman ku çareserî ne zêdekirina hejmara girtîgehan e, berovajî pêşî li cezayên bêedalet û bêhiqûqî girtine.
Tirkiye her ku diçe dibe mîna welatek a girtîgehan. Li gorî agahiyên dawî yên Wezareta Edaletê parve kirine, li Tirkiyeyê 405 girtîgehên ku xwedî kapasîteya 301 hezar û 397 kesî hene. Li gorî agahiyên nû di van girtîgehan de 392 hezar û 456 kes girtî ne.
AKP’ê desthilatdariya xwe bi qanûna darbeyê didomîne û daraz û hêzên ewlekariyê mîna amûrek bikar tîne. Desthilatdarî, girtîgehan mîna amûrek ê gefxwarinê ji bo bêdengkirina muxalefetê bikar tîne û her sal girtîgehên nû ava dike. Li gorî daneyên Komeleya Civaka Sivîl a Di Nava Sîstema Cezayê de (CISST), niha li Tirkiyeyê 273 girtîgehên girtî û 99’ê wê jî vekirî hene ku di faeliyetê de ne.
Ji bilî 405 girtîgehan 4 malên perwerdehiya zarokan, 12 girtîgehên girtî yên jinan, 8 girtîgehên vekirî yên jinan û 9 jî girtîgehên zarok û ciwanan ên girtî hene. Tevî ku kapasîteya giştî ya girtîgehan 301 hezar û 397 e jî, lê heta meha Sibatê 392 hezar û 456 kes girtî ne. Li gorî daneyên CİSST'ê hejmara girtiyên di navbera 12-18 salî de ji sedî 4,07, rêjeya zarokên keç ên di girtîgehê de jî gihîşt ji sedî 55'an.
Tevî vê yekê jî desthilatdariya AKP'ê di budçeya xwe ya sala 2025'an de 1,2 mîlyar TL ji bo 11 girtîgehên nû ji Wezareta Edaletê re veqetand. Lêçûna giştî ya van projeyan, ku wê di sala 2027'an de biqede, wê 23,5 mîlyar TL be. Ji bo girtîgeha ku wê li Sertê were çêkirin 500 mîlyon TL bûdçe hate veqetandin.
Yek ji endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Omer Taş politikaya desthilatdariyê ya li ser girtîgehan ji ANF'ê re nirxand.
‘HEJMARA GIRTIYAN GIHÎŞTIYE HEJMARÊN ATRONOMÎK’
Tirkiye gav bi gav vediguhere welatek mîna girtîgehan. Desthilatdarî aliyên muxalîf ango kesên li hemberî xwe mîna xeterî dibîne, yekser davêje girtîgehan. Hat ragihandin ku li girtîgehên heyî ji kapasîteya wê du qad zêde girtî hene. Gelo pêkhatina ewqas girtin, rewşeke asayî ye? Girtina ewqas mirov pirsgirêk e?
Destpêkê dixwazim diyar bikim ku ez ê bersiva xwe bi rêya kesên ku ji ber fikir û nasnameya xwe ya siyasî hatine girtin an jî ceza li wan hatiye birîn bidim. Îro, çi kesê ku bi polîtîkayê re eleqedar çi jî nabin, hema bêje tevahiya civakê dizane ku ravekirina fikra xwe jî dikare wek sûc were dîtin. Bi awayekî eşkere li holê ye ku sedema vê yekê zext û pokîtîkayên bişaftinê ne ku roj bi roj zêde dibin. Bi rastî Tirkiye bûye welatekî wisa ku pirî caran azadiya ramanî tê binpêkirin û mirov ji ber fikrên xwe dikevin girtîgehê. Yên ku bi rastî jî mixalefetê dikin û şaşiyên desthilatê bi zelalî eşkere dikin, îro rûbirûyê gefa girtin û cezadarkirinê ne. Di encamê de hejmara kesên ku ji ber fikra xwe ketine girtîgehan nayê hesabê. Ev rewş di heman de bandoreke xirab li ser şert û mercên girtîgehan yên mayînê jî dike û xwegihandina xizmetên tenduristiyê zehmet dike.
‘DADGEH NIKARIN BÊYÎ DESTHILATÊ KAR BIKIN’
Hima hima her kesê ku derdikeve dadgehê bi destê darazê tê girtin. Desthilatdarî çima wiha dike?
Wek qaîde rayeya darazê bi rêya dadgehên serbixwe divê were bikaranîn. Lê belê li welatên ku midaxeleyên giran li azadiya ramanî û belavkirina ramanê de tê kirin, ne mimkin e ku mirov qala dadgehên serbixwe bike. Li Tirkiyeyê rewşa heyî ya hiqûqê bi vî awayî ye. Loma mirov nikare bibêje dadgeh ji gotarên desthilatê serbixwe kar dikin. Jixwe gelek biryarên girtinê yên siyasî şert û mercên bingehîn ên qanûnê nahewînin.
Desthilat hêza dewletê ya di destê xwe de bi taybet di demên dawî de bi temamî bi kêfî bi kar tîne. Lê divê ji pirsa “Desthilat çima rêyeke wiha dişopîne?” zêdetir, bersiva pirsa “Çawa dibe ku desthilat rêyeke wiha bişopêne?” bê dayîn. Ji bo desthilateke ku hêza di destê wê de ji hêla desthilat û mixalefetê ve neyê kontrolkirin, pêşiya keyfiyetê vedibe. Ev tê wê wateyê ku her kesê ku li dijî desthilatariyê û kiryarên desthilatê diaxive dikare were girtin.
‘LI GIRTÎGEHAN XWEGIHANDINA TENDURISTIYÊ GELEK ZEHMET E’
Qawîş ji kapasiteya xwe zêdetir kesan dihewînin. Darizandin li aliyekî ma, girtina ev qas însanan di warê tenduristiyê de jî nabe pirsgirêk? Muwekîlekî me yê ku bi hincetên siyasî li hundir tê girtin nexweş ket. Ji ber ku girtîgehê pêdiviyên wî di dema xwe de dabîn nekirin bi nexweşiya zatûreyê ket. Tevî ku nexweşxaniyê bi dehan caran jê re derman nivîsîn, ev derman negiheştin destê wî. Ev tenê mînakek e, em bi dehan caran bi rewşên wiha re rû bi rû mane. Loma li şûna ku hejmara girtiyan bê zêdekirin, divê şert û mercên girtî û girtîgehên heyî bên başkirin.
‘ÇARESERÎ NE GIRTIN E, DIVÊ PÊŞIYA GIRTINA DERHIQÛQÎ BÊ GIRTIN’
Bi ya we ji xeynî girtinê çareseriyeke din heye?
Zêdekirina hejmara girtîgehan li alîyekê, ev demek e bi xwe re nîqaş dikim ka gelo hewcedarî bi girtîgehan heye an na. Girtîgeh ji bo başkirina mirovan ne tekane rê ye. Başkirina esas dikare bi perwerdehî, edalet û azadiyê mimkin be. Qesta min ji başkirinê ji bo wan kesan e ku ji ber dizî û xapandinê ketine girtîgehê. Yên ku îro ji ber fikrên xwe yên siyasî hatine girtin hewcedarî tiştekî bi vî awayî nînin. Loma çareseriya pirsgirêkê ne zêdekirina girtîgehan e, berovajî wê çareserî bi pêşîlêgirtina girtinên neheq û derhiqûqî pêkan e.”