BI DÎMEN

Milîsên HBDH'ê li Îzmîrê çalakî kirin

Milîsên Serpîl Polat ên HBDH'ê ragihandin ku li dijî desteserkirina şaredariyan wan çalakî kirine û trafoyên eletrîka febrîqeyan ên li Îzmîrê îmha kirine.

Di daxuyaniya Milîsên Serpîl Polat ên HBDH'ê de hate ragihandin ku 13'ê Sibatê saet di 10:30'î de li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê li trafoyên elektrîka febrîqeyên li derdorê çalakî kirine.

Li gorî daxuyaniyê çalakî ji bo silavkirina berxwedana xelkê Wanê ya li dijî qeyûm hatiye kirin û di encamê de trafo îmha bûne.

Hate ragihandin ku piştî çalakiyê milîsên wan xwe gihandine qadên xwe yên ewle.