Ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan hat kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo bi Rêber Apo re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Rêber Apo ji bo bi muwekîlê xwe yê ku li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin hevdîtin pêk bînin, careke din serlêdan kirin. 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Emran Emekçî, Cengîz Yureklî û Îbrahîm Bîlmez serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.