JIN
Ji bo parastina Bendava Tişrînê û rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên lis er bendavê, çalakiya nobedê ya gel dewam dike.
Endama Fermandariya Konseya Leşkerî ya YJA Starê Ferîde Alkan li ser lihevkirina NATO û MÎT'ê sê şoreşgerên jin hatin şehîdxistin û got: “Di dil û mejiyê Tevgera Azadiyê û gelê me de kujer zelal in. Em ê bi têkoşîna xwe hesabê komkujiyan bipirsin"
Bi pêşengiya Kongra Star bi hezaran jinên ji bajarê Qamişloyê di salvegera komkujiya Parîsê de daketin qadan û meşiyan.
KBDH'ê têkoşîna jinên li Parîsê hatin qetilkirin silav kir û got, "Ji Rosayan heta bi Sarayan jinên berxwedêr wê bi ser bikevin."
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 12'emîn a Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku wê têkoşîna Sara, Rojbîn û Ronahî bi ser bixînin.
Hemû Nûçe
-
-
-
KJK: Eniya hevpar a berxwedanê wê faşîzmê têk bibe
KJK: Ya ku di vê referandûmê de bi ser ket, têkoşîna hevpar a azadî û demokrasiyê ya jin, ciwan, gel û bindestan e. Eniya hevpar a berxwedana li dijî faşîzmê, wê zilmê, dîktatoriya şexsekî û tifaqên faşîst têk bibe.
-
-
Bagriyanik: Bi destê AA û YSK darbe hat rewakirin
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) û Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik, encama referandûmê ji ANF'ê re nirxand û diyar kir, bi destê Ajansa Anadolû (AA) û Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), darbe hatiye rewakirin.
-
Sinetkirina jinê kêm bû, lê hîn dewam dike
Du lêkolînerên Inedê, li ser sinetkirina jinan lêkolîn kirin. Di encama vî karî de derket holê, ku sinetkirina jinê kêm bûye, lê hê jî di asteke tirsnak de dewam dike.
-
Dayikên Şemiyê: Ji bo edaletê em ê bêjin ‘NA’
Dayikên Şemiyê ji bo referanduma sibehê banga "Na" kirin û peyama "Ji bo edaleta ku 22 sal in nehatiye vir, ji bo jin û ciwanên ku hatine qetilkirin, ji bo welat, Gezî, dayikên Roboskê, ji bo şehîdên Pirsûsê em ê bibêjin Na" dan.
-
Dreyî: Siberoja xwe nespêrin pîskopatekî
Hîndekara Zanîngeha Silêmaniyê û psîkolog Şîrîn Dreyî got ku, “Siberoja xwe nespêrin psîkopatekî û di referandûmê de bibêjin ‘Na’.” Di heman demê de Dreyî bang kir ku, divê em piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê.
-
Jinên di girtîgehê de name şandin
Jinên li Girtîgeha Sîncanê yên ku di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, name şandin û gotin ku, “Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, wê berxwedana me bidome.”
-
-
-
Bûldan: Emê bibin dengê girtiyan
Li pêşiya Girtigeha Jinan a Bakirkoyê, di derbarê grevên birçîbûnê de daxûyanîyek hat dayîn. Bûldana HDP’yî li vir axivî, bertek nîşanê hikûmetê da û diyar kir ku ew ê bibin dengê girtiyan. Bûldan bal kişand tecrîda li ser Ocalan.
-
Dayikên Aşitiyê ji bo girtiyan di çalakiyan dene
Dayikên Aşitiyê, ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne li Stenbolê li hev civiyan. Dayikan daxwaz kirin ku demildest daxwazên girtiyan werin qebûlkirin. Polîsan xwestin çalakiyê asteng bikin.
-
Dogû: Divê em ji yekrengiya faşîzmê re bêjin NA
Endama Rêveberiya PAJK'ê Çîgdem Dogû: Li dijî vê sîstema ku jiyana me, ciwanên me, jinên me tine dike, divê em bêjin NA. Yekrengiya faşîzmê wê bê têkbirin, pirengiya gelan û jinan, cihêrengiya azadîparêz wê bi ser bikevin.
-
Jinan bi hev re gotin ‘NA’
Jinên ku li Kadikoyê li hev kom bûn bi hev re gotin ‘NA’. Bi sedan jinên ku di destê wan de alên ‘NA’ û ‘Hayir’ ku ji pêşiya Operaya Sureya heta Qada Kadikoyê meşiyan gotin: “Ji şer, şidet û yek kesiyê re NA.”
-
-
'Pêwîste serketina jinan li sindoqan jî deng vede'
Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Bedriye Yorgûn, ku kampanya 'NA' ya jinan a li Çûkûrovayê bi rê ve dibe, bal kişand ser serketina jinan a di nava kampanyayê de û got, ew bawer ev serketin wê li sindoqan jî bê nîşandan.
-
-
-
-
Zagrosan şahidî ji Nûcan Nûrhak re kir
Nûcan Nûrhak ku ji nava rastiya gelê Botanê derket, ji bo azadkirina hemû jinan berê xwe da nava refên gerîla. Li çiyayên Zagrosê, bi têkoşîna xwe re agirê serhildanê yê gelê xwe geş kir.
-
'Pêvajoya bi dengê NA dest pê dike, bi xêr e'
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Hacer Ozdemîr diyar kir, hem mîtîngên wan, hem jî pîrozbahiyên Newrozê nîşan dane, ku dengê 'NA' bi ser ketiye û got, "Pêvajoya bi NA dest pê dike, bi xêr e."
-
-
-