‘NA’ wê bibe serkeftineke mezin
Wekîla Tevgera Goran Perwa Elî got, ‘’Heke Na derkeve ev ê ji bo Kurdan û ji bo gelên Tirkiyê bibe serkeftineke mezin’’
Wekîla Tevgera Goran Perwa Elî got, ‘’Heke Na derkeve ev ê ji bo Kurdan û ji bo gelên Tirkiyê bibe serkeftineke mezin’’
Wekîla Tevgera Goran Perwa Elî ji bo referandûma ku wê Yekşêm li Kurdistanê û Tirkiyê were kirin, ku Tevgera Goran jî destek dide HDP’ê, got, bi ‘NA’yê re astengiyeke mezin a li pêş demokrasiyê wê rabe û got, ji bo girêva birçîbûnê ya girtiyên siyasî haziriya kampanyayekê dikin.
Perwa Elî ji ANF’ê re axivî. Elî got bi serketina Erdogan re dîktatoriya bi tîpa Tirk wê fermî bibe, demokrasiya Tirk a ku dikulî wê bi giranî birîndar bibe û got, ‘’Heke NA derkeve hem ji bo Kurdan û hem ji bo gelên Tirkiyê wê bibe serkeftineke mezin. Sîstema parlamenterî wê bi ser bikeve. Wê mekanîzmaya ku hikûmraniya yek zilamî ya Erdogan kontrol bike çêbibe. Ji bo Kurdan û gelên din astengiya mezin a li pêş demokrasiyê wê rabe.’’
EM NIKARIN LI CEM DIJMINÊN KURDAN BIN
Wekîl Elî diyar kir ku ew Tevgera Goran heta dawiyê li cem gelê Bakurê Kurdistanê ne û got, ‘’ew ê ne li gel yek pêkhateyê, tevgera siyasî bin ku li dijî Kurdan in’’ Elî bi bîr xist û got mixabin li Başûrê Kurdistanê hin partî destekê didine desthilatdariya li Tirkiyê û sÊistema wê û got hatine wê astê ku propagandaya Erdogan dikin û wiha got: ‘’Ev nayê qebûlkirin. Lê diviya hemû Kurdan destek bidana têkoşîna azadiyê ya gelê me yê Barkurê Kurdistanê.’’
Elî diyar kir dema ku Meclîsa Başûrê Kurdistanê sazkar bû, wan bi fermî kantonên Rojava nas kirin û got: ‘’Li pêş Rojava berpirsyariyên xwe kêm jî be me hewl dida ku pêk bînin. Lê piştre li pêş vê bûne asteng. Bi heman rengî yên ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê bi dest xistin, destek dane dîktatoriya Erdogan û propagandaya wî kirin.’’
‘EM LI CEM BERXWEDANA GIRTIYAN IN’
Wekîl Perwa Elî diyar kir ku girtîgehên Tirkiyê bi Kurdên têkoşerên azadiyê hatine tijekirin, rastî li kirinên dij mirovî hatine û got, ew Tevgera Goran tim li gel berxwedana girêva birçîbûnê ne. Elî diyar kir ku heman helwestê ew ji hêzên siyasî yê Başûr jî hêvî dike û wiha domand: ‘’Ji ber vê jî weke li çar parçeyên Kurdistanê, divê hemû hêzên siyasî bi rêyên dîplomatîk ji bo azadiya Birêz Ocalan û girtiyên din têkoşîneke hîkar bidin. Siyaseta Kurd divê vê li qada navnetewî bi rengekî xurt bîne zimên.’’
JI BO GIRTIYAN KAMPANYA DIDINE DESTPÊKIRIN
Wekîla Goran Elî diyar kir bi mebesta ku deng bidin berxwedna zindnan û destekê bidine çalakiya wan, ji bo ku saziyên navnetewî li ser Tirkiyê zextê çêbikin wekîlên Başûrê Kurdistanê xwe kar dikin ku kampanyayekê çêbikin û wiha got: ‘’Hê dema destpêkirina kampanyayê nehatiye. Lê hema hema hemû wekîlên li Silêmanî di vê mijarê de hevraman in. Ez dibêm qey di demeke kurt de ev kampanya wê dest pê bike.’’