HDK û HDP’ê di derbarê grevên birçîbûnê yên ku di zindanên Tirkiye û Kurdistanê de hatiye destpê kirin daxuyanî da û çalakiya rûniştinê lidar xistin. Parlementera HDP’ê a Stenbolê Pervîn Bûldan, Erdal Ataş, TJA, ESP, SKM û dayikên li Herêman 3’emîn ên ku ketine greva birçîbûnê jî beşdar bûn. Di daxuyaniya li pêşiya Girtigeha Bakirkoyê hat dayîn de, bê navber dirûşmên ‘Em dayîk in, aliyê aşîtiyê ne’, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Bijî berxwedana zindana’ hate berzkirin. Pankarta ‘Teslîmbûyîn dibe îxanetê, lê berxwedan dibe serkeftinê’, ‘Zîndan di berxwedanê de ne’ hate vekirin û sedan kes beşdarê çalakiyê bûn.
‘ŞIYARIYA DEMA KIRÎTÎK’
Bûldan li vir axivî, bal kşand berxwedan li zindanan û got: “ Ev 59 roj e li Şakranê û girtîgehên din mehek zêdetir e, gireva birçîbûnê destpê kiriye û gihîştiye asta kirîtîk. Ez dixwazim bêjim ku daxwazên girtiyan daxwazên mirovî ne , tenê ne ji bo xwe, ji bo bêexlaqî, bê hiquqî û binpêkirina mafên li Tirkiyeyê ev gerev dane destpêkirin.
Bûldan, îxlalên li girtîgehan bibîr xist û wiha pêde çû:“ Li derve bi taybetî jî bi HQB’ê ve li herêmê li ser gelê Kurd êrîşê mezin hene, mûdaxaleyên gelek mezin hene, ev pêvajo bi biryarnameyan ve pêkanînê nedemokratîk xistin meryetê. Dîsa di gelek girtîgehan de sedema destpêkirina grevê, tecrîda ku îro li Îmraliyê tecrîda giran a ku ser birêz Ocalan tê meşandin e.”
‘WEZARETA DADÊ BERPISYAR E’
Bûldan, bir xist ku endamê heyeta Îmraliyê ye, anî ziman ku ev 2 sal e bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk nehatiye. Bûldan ev tişt anî ziman: “ Ez li vir bangî Wezîrê Dadê û hikûmeta AKP’ê dikim, darbestê ku li girtîgeyê derkeve berpirsyarê wê Wezîrê Dadê ye. Divê Wezîrê Dadê demildest bikeve tevgerê. Me bi wezaretê re hevdîtin pêk anî û daxwazan yek bi yek parvekir û me xwest pirsgirêk bêçareser kirin. Lê ti gav ne avîtin. Em ê li derve bibin dengê dîlgirtiyan. Em Wezareta Dadê di derbarê vê mijarê de vedixwînin berpirsiyartiyê.”
Çalakî bi rûniştina 5 deqeyan ve bi dawî bû.