KJK: Eniya hevpar a berxwedanê wê faşîzmê têk bibe

KJK: Ya ku di vê referandûmê de bi ser ket, têkoşîna hevpar a azadî û demokrasiyê ya jin, ciwan, gel û bindestan e. Eniya hevpar a berxwedana li dijî faşîzmê, wê zilmê, dîktatoriya şexsekî û tifaqên faşîst têk bibe.

Koordînasyona KJK'ê li ser encamên referandûma 16'ê Nîsanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê re, referandûma li ser destûra bingehîn a ku dîktatoriya şexsekî li ser gelên Tirkiyeyê ferz dike, bi zorê hate destnîşankirin. Pêvajoya amadekirina pêşnûmeya destûra bingehîn, derbaskirina ji parlamentê û pêşkêşkirina ji referandûmê re, di nava bêhiqûqiyê de hate meşandin. Di nava şert û mercên Rewşa Awarte de referandûm hatiye kirin. Bi her awayî zext, astengî û qedexe li ser mûxalefetê hatiye ferzkirin. Di nava mercên Rewşa Awarte de bi fen û fûtan, bi dek û dolaban, bi manîpulasyonan referandûm hate kirin, ku encamên xwe ne meşrû ye."

SIRGÛN Û KOÇBERÎ LI SER GELÊ KURD HATE FERZKIRIN

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di nava du salan de bi dehan bajarên Kurdistanê hatin şewitandin, xerakirin, sirgûn û koçberî li ser gelê Kurd hate ferzkirin" û hat destnîşankirni, ku çi jin, zarok, ciwan, extiyar, bi sedan Kurd hatin kuştin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hevserokên HDP'ê, parlamenterên wê, hevşaredar, rêveberên bajar û navçeyan, rêveberên saziyên civakî yên sivîl beriya referandûmê hatin girtin. Bi sedan sazî û rêxistinên civakî yên sivîl hatin girtin, bi dehan şaredarî û saziyên ku vîna gel temsîl dikin hatin desteserkirin, qeyûm li wan hatin bicihkirin û hewl hat dayîn vîn û jiyana gel were desteserkirin. Li dijî Rêber Apo û bi deh hezaran girtiyên li zindanan, bi binpêkirina hiqûqa gerdûnî êrîşên hovane hatin kirin û hat xwestin, vîna nûnerên siyasî yên gelê Kurd bê şikandin.

TERORA DEWLETÊ LI SER KAR BÛ

Li Tirkiyeyê, li dijî hemû hêzên çep-sosyalîst, demokratîk, femînîst, bi kurtasî li hemberî hemû antî faşîstan û kesên rejîma dîkta ya Erdogan naxwazin, li dijî rewşenbîr, akademîsyen, rojnamevan, nivîskar, karker, kedkar, xwendekarên ku Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin, terora dewletê hate meşandin. Her kesên dibêjin NA bi terorîstiyê sûcdar kirin û bi vî rengî xwestin tirs û xofê bixin dilê civakê. Bi taybetî teror û êrîşên piralî li dijî jinan hatin kirin. Li dijî berxwedana jinan a i lihemberî dewleta mêr û rejîma şexsekî, li her qadê hêzên çete yên AKP'ê êrîşên îdeolojîk, psîkolojîk û fîzîkî kirin, nûnerên hilbijartî yên jinan girtin, saziyên jinan girtin û xwestin pêşî li hêza mûxalefeta rêxistinbûyî, têkoşîna radîkal û asta pêşengiyê ya jinan bigirin.

Bi vê terora dewletê û êrîşên faşîst ên li Kurdistan û Tirkiyeyê re bingeh ji pêvajoya referandûmê re hate amadekirin. Rejîma faşîst, ku bi guhertina destûra bingehîn re xwest dîktatoriya şexsekî li Tirkiyeyê serdest bike, ev referandûm di nava tirs, zext û polîtîkayên giran ên tepisandinê de meşand. Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê hemû derfet, pere, sazî û organên medyayê yên dewletê di vê pêvajoya referandûmê de xist bin xizmeta xwe. Li ser mûxalefetê jî bi her awayî qedexe û zext ferz kir. Tevahiya cîhanê dît, ku amadekirina destûra bingehîn a dîktatoriyê û pêvajoya referandûmê di nava şert û mercên Rewşa Awarte de li Kurdistan û Tirkiyeyê, di bin siya çekan de bi rengekî bêhiqûqî û newekhev hate meşandin. Di dengdana referandûmê de li gelek cihan karên ne li rê, hîle û zext li wezîfedarên li ber sindoqê hatin kirin. Bi barkirina cihê sindoqan û bi dayîna dengên ji derve re xwestin bi encamên hilbijartinê bilîzin. Tevî  van hîle, zext, şerê psîkolojîk û manîpulasyonê jî, dema ku di jimartina dengan de dîtin dengê NA gelekî li pêş e, YSK pîvanên xwe jî binpê kir, li pêş çavên her kesî sûc kir û biryar da ku pusûlayên dengan ên bê mohr derbasdar bên hesibandin. Di jimartinê de mîlyonek deng nederbasdar hat hesibandin û du mîlyon dengên bê mohr derbasdar hatin qebûlkirin. Ev yek hîleyeke mezin a dîroka Tirkiyeyê û sûcê herî mezin ê li dijî vîna hilbijêran e. Guneh û hesabê vê yekê gelekî giran e û gelên Tirkiyeyê wê teqez hesabê vê bipirsin. Ev encam bi rengekî vekirî radixe pêş çavan ku encamên vê referandûmê ji bo jinan û gelan derbasdar nîne."

Koordînasyona KJK'ê bal kişande ser van xusûsan:

LI KURDISTANÊ PIRANIYA GELÊ ME GOT NA

"Tevî ku tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê encama referandûmê weke serketina xwe nîşan didin û bi fen û fûtan dengê 'erê hinekî derxistine pêşia dengê 'NA' jî, ya ku bi rastî bi ser ketiye dengê NA ye. Di serî de jin û gelê me yê Kurd, hemû hêzên mûxalîf bi berxwedaneke mezin û rêxistinbûyîenke xurt têkoşiyan û vîna xwe li dijî rejîma şexsekî ya faşîst, bi awayekî zelal nîşan dan. Li Kurdistanê piraniya gelê me got NA. Di serî de Şirnex, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Sûr-Amed, Silopiya, Farqîn, Colemêrg, Sêrt, Agirî, Mêrdîn, Îdir ên hatin xerakirin û qeyûm lê hatin bicihkirin, li hemû bajarên Kurdistanê gelê me ev destûra bingehîn a faşîst û dîktatoriya Erdogan red kir. Gelê Kurd, jin û ciwanan, helwesta xwe ya alîgiriya xweseriya demokratîk, Tirkiyeya demokratîk û xwedîderketina li vîna xwe, di vê referandûmê de careke din nîşan dan. Bi taybetî îspat kiriye ku ew bi tevgera xwe ya azadiyê re ye, tevî hemû êrîşan jî ji têkoşîna xwe bi gavekê jî venagegre, dilsozê Rêberê xwe û vîna xwe ya siyasî ye û xwedî lê derdikeve. Helwesta xwe ya azad, bi rûmet û berxwedêr a Kurdan raxistiye pêş çavan. Di hemand emê de nîşanî her kesî daye ku hêza mûxalefeta herî rêxistinbûyî û radîkal a Tirkiyeyê, Kurd in.

GELAN JI REJÎMA ŞEXSEKÎ RE GOTINE NA

Di vê referandûmê de hêzên rêxistinbûyî û alîgirên yekîtiya gelan ên xwedî li vîna xwe ya azad dedikevin û Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin, helwesta xwe ji bo komara demokratîk nîşan dane û ji rejîma faşîst û şexsekî, ji tifaqa qirêj re gotine NA. Li piraniya bajarên mezin ên mîna Stenbol, Enqere, Îzmîr, Hatay, Artvîn, Edene, Balikesîr, Manîsa, Mûgla, Tekîrdag û Edîrneyê, dengê NA bi ser ket û ev yek gelekî girîng e.

Di vê referandûmê de her çend dengê erê bi fen û fûtan zêde hatibe nîşandan jî, ya bi ser ketiye dengê NA ye. Tevî ku li gelemperiya Kurdistanê û piraniya bajarên mezin ên Tirkiyeyê dengê NA li pêş e, di referandûmê de dengê 'erê' weke li pêş hate nîşandan. Ev yek jî nîşan dide bê karekî çiqasî mezin ê ne li rê hatiye kirin û di jimartina dengan de hîle hatiye kirin. Di vê referandûmê de bi rastî jî zêdeyî nîvê jin û gelên li Tirkiyeyê ji rejîma şexsekî re gotine NA. Bi vê referandûmê re gelê Kurd nîşan daye ku ew rejîma heyî û desthilatdariya AKP'ê qebûl nake. Bi awayekî zelal hatiye nîşandan ku ji aliyê ruhî û îradî ve ji dewletê qut bûye. Wekî din, bi vê referandûmê re civaka Tirkiyeyê bûye du parçe. Destûra bingehîn a ku bi hîleyê hat kirin, ji aliyê nîvê civakê ve nehatiye qebûlkirin. Ji ber vê yekê, guhertineke destûra bingehîn a ku bi lihevkirina civaka Tirkiyeyê hatiye kirin, nîne. Ev yek destûra bingehîn a tevahiya civakê nîne.

Referandûma guhertina destûra bingehîn ku bi hêrsa desthilatdariyê ya Erdogan û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê hate kirin, civaka Tirkiyeyê kiriye du parçe û bingeha cihêbûnê ava kiriye. Tirkiye xistiye nava pêvajoyeke welê ku wê li qada navneteweyî hê zêdetir bi tenê bimîne û tecrîd bibe. Wê hîn bêhtir ji demokrasiyê, ji pîvanên demokratîk ên navneteweyî dûr bikeve. Li Tirkiyeyê wê krîza siyasî ya li hundir û derve girantir bibe, wê pêvajoya hilweşîna aborî dest pê bike.

KRÎZ WÊ GIRANTIR BIBE

AKP û MHP di vê referandûmê pir deng winda kirine. Krîza di nav MHP’ê de wê girantir bibe û li dij wê ku Bahçelî MHP bi belavbûnê re rû bi rû hiştiye, zemîna MHP’ê wê bibe xwedî helwesteke teqez. Bahçelî û MHP weke berê nikarin hebûna xwe bidomînin. Di nav AKP’ê de li ser encamên referandûmê derzeke mezin çêbûye. Di rewşa heyî de her çendî bi dek û dolaban têgihiştineke serketinê hewl didin ku çêbikin jî AKP jî êdî ketiye wê pêvajoyê ku deverû bikeve. Ev rewş wê di nav siyaseta Tirkiyê de krîza heyî girantir bike û zorê lê bike ku lêgerînên nû çêbibin.

VÊ ENCAMÊ DERFET ÇÊKIRINE KU JI NÛ VE XWE BIRÊXISTIN BIKIN

Van encaman derfet çêkiriye ku beşên civakê yên demokrat xwe ji nû ve birêxistin bikin. Ji bo Kurdan û jinan zemîna têkoşînê ya radîkaltir û rêxistinî çêkiriye. Bi pêşengiya jina Kurd di pêvajoya pêş me de li dijî faşîzmê eniya berxwedanê divê bihêztir were rêxistinkirin. Em jin divê em dîsa xwe û sîstema civaka xwe ya demokratîk ji nû ve birêxistin bikin û bi rengekî radîkaltir pêşengtiyê bikin. Bi hêzên demokratîk û alîgirên jiyana azad ên Tirkiyê re divê em cihokên têkoşînê yên hevpar, zemînan û teşeyên wan birêxistin bikin û rejîma yek-zilamî têk bibin.

GELÊ ME DIVÊ LI BERXWEDANA RÊBERTÎ Û GIRTIYAN XWEDÎ DERKEVE

Di rewşeke wiha de ku em sîstema demokratîk a gelê xwe ji nû ve birêxistin bikin, em li vîna siyasî, nûnerêna wan, berxwedana zindana xwedî derkevin û têkoşînê li hemû qadên jiyanê bigerînin bi rengekî biryardar, ne pêkan e ku hevalbendiya faşîst bikaribe xwe domdar bike. Li ser vê zemînê em bang li hemû jin, ciwan, dayik û gelê xwe dikin ku li dor azadiya Rêbertiya me, li dor tendiristî û ewlehiya Rêbertiya me em pêngava têkoşînê birêxistin bikin û geş bikin. Bi pêşengiya jinan divê gelê me li dor berxwedanên zindanan bicive, bi çalakiyê zêdetir rêxistinbûyî, berbelav û radîkal divê xwedî li berxwedana  rûmetdar a Rêbertiya me û girtiyên siyasî were derketin û mezinkirin.

A SERKETÎ WÊ SIBEROJA AZAD A JIN Û GELAN BE

Em bang li hemû jinên demokrat, femînîst, ekolojîst, çepgir-sosyalîst ên Tirkiyeyî dikin ku li dijî faşîzmê eniya berxwedanê birêxistin bikin û li ber xwe bidin. Em bang li hemû beşên civakî yên demokrat, çepgir, sosyalîst, çewisandî, kedkaran ên Tirkiyeyî dikin ku bi jinên Kurd re û gelê Kurd re li dijî faşîzmê û mêtingeriyê têkoşîna hevpar bidin. Di vê referandûmê de yê serketî têkoşîna hevpar a jin, ciwanan, têkoşîna gelan û çewisandiyan a azadiyê û demokratan e. Ji niha û pê de eniya hevpar a berxwedanê a dijfaşîst wê zilmê, dîktatoriya yek zilamî û hevalbendiya faşîst têk bibe. Serketî wê siberoja azad a jinan û gelan be.’’