Bagriyanik ragihand, dengê 'NA' yê ji sindoqê derketiye ji sedî 57 e û destnîşan kir, ku heta encamên rast werin eşkerekirin ew ê dest ji vî karî bernedin. Bagriyanik got, ew ê îtirazên xwe yên bingehîn li kolanan, li qadan bikin.
'RÊJEYA RASTÎ YA DENGÊ NA JI SEDÎ 57 E'
Endama Koordînasyona TJA'yê û Heyeta Îmraliyê Ceylan Bagriyanik anî ziman, ku manîpulasyona encama ne rewa ya referandûmê, di dema pêvajoya kampanyayê de bi hemû derfetên dewletê hatiye afirandin. Bagriyanik destnîşan kir, hîmên bingehîn ên vê manîpulasyonê jî Ajansa Anadolû (AA) û Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ye û ragihand, bi destê AA û YSK, darbe hatiye rewakirin. Bagriyanik bibîr xist, ku YSK'yê 1.5 mîlyon dengên bê mohr li sindoqan bi cih kiriye û bi vî rengî rê li ber rewşeke sosret a dîroka Tirkiyeyê vekiriye. Bagriyanik got, "YSK'yê li ser mijarên ku ne erka wê ye biryar daye û navê vê jî darbe ye." Bagriyanik anî ziman, rêjeya rasteqîn a dengê 'NA' ji sedî 57 e û got, "Bi rengekî vekirî dizî hatiye kirin, bê hiqûqî hatiye kirin, îrade hatiye desteserkirin."
'GELÊ KURD XWEDÎ LI DENGÊ NA DERKET'
Ceylan Bagriyanik ragihand, tevî hemû zext, zordarî, êrîş û newekheviya di asta awarte de, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê sindoq bi dengê 'NA' dagirtine û destnîşan kir, bi taybetî li navçeyên xwerêveberiyê yên Kurdistanê, gel bi rengekî li xwe tê xwedî li sindoqan derketiye. Bagriyanik eşkere kir, gelê Kurd di nava şert û mercên herî giran ên Rewşa Awarte de xwedî li dengê 'NA' derketiye û bi vî awayî nîşanî tevahiya cîhanê daye ku ew ê rê nede tekparêziyê, nîjadperestiyê û faşîzmê. Peyam da ku tevî hilweşandinê jî ew her li ser piya ye.
'HÊVIYA ME ZINDÎ YE Û LI SER PIYAN E'
Bagriyanik tweeta 'ji şer re amade bin' a Cem Kuçuk nirxand û bibîr xist, ev tweet ji polîtîkayên AKP'ê ne cihê ye. Bagriyanik anî ziman, di kampanya referandûmê de jinan gelek caran dan xuyakirin ku polîtîkaya AKP'ê xwe dispêr eşer û wiha dewam kir, "Me hêviyek afirand, ku bi dengê xwe yê NA van polîtîkayan bi erdê re bikin yek. Ev hêviya me hê zindî ye û li ser piyan e." Bagriyanik diyar kir, encama ku AA û YSK eşkere kiriye, encama rastî nîne û destnîşan kir, her kes vê encamê qebûl bike jî wê jin qebûl neke. Bagriyanik got, "Heta ku encama rasteqîn bê nîşandan, em ê dest jê bernedin" û anî ziman ew ê îtirazên xwe yên esasî li kolan û qadan bikin. Bagriyanik herî dawî diyar, lazim e her kes dakeve qadan, nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide û got, 'Hêza dengê na hê nû dest pê dike."