Jinên di girtîgehê de name şandin

Jinên li Girtîgeha Sîncanê yên ku di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, name şandin û gotin ku, “Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, wê berxwedana me bidome.”

Jinên li Girtîgeha Sîncanê derbarê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a li zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, nameyek şandin ku tê de daxwazên wan jî hene. Li Girtîgeha Sîncanê greva birçîbûnê ya ku di 23’ê Sibatê de bi 7 jinan dest pê kiribû, a niha hejmara çalakvanan bûye 25.

Nameyan jinên di girtîgehê de wisa ye:

“Em ango girtiyên siyasî yên ku ji 23’ê Sibatê û vir ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne, me ji bo du armancan dest bi vê çalakiyê kir.

Armanca me ya yekemîn û ya herî girîng ev e ku divê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin. Daxwaza me ya duyemîn jî ev e ku divê dagirkerî û ablûqaya li ser Kurdistanê bi dawî bibin.

Em girtiyên siyasî, em dizanin ku hemû rûdan têkiliya xwe bi tecrîda li Îmraliyê heye. Heta ku tecrîd neşikê ne binpêkirinên mafan û ne jî pêkutî û zilm naqede. Ji ber ku di navenda van operasyonên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd de, tecrîda li ser Rêbertiyê heye. Ev rûdanên hanê ji bo gelê Kurd darbeyek e û gava pêşîn a vê darbeyê tecrîda li ser fikr û ramanên Rêbertiyê ye.

Ji sala 2011’ê û vir ve hevdîtinên Rêbêrtiya me ya bi parêzerên wî re û di du salên dawîn de jî hemû têkiliya wî ya bi derve re hatiye qut kirin. Tê dîtin ku, ji ber ku fikrên Rêbertiyê dernakevin derve, li Kurdistan û Tirkiyeyê şerek heye. Ji bo ku em ji vê rewşa kaos û darbeyan rizgar bibin, divê tecrîd were rakirin. Ji ber vê jî divê girtî û gel, em vî tiştî ji xwe re bikin armanc. Ji xeynî vêya her tişt xwexapandin e.

Em dixwazin ku hemû saziyên sivîl ên civakî, çapemenî, partiyên siyasî û raya giştî bi van daxwazên me bizanibin. Gelekî girîng e ku mirov bi vê nêrînê xwedîtiyê li vê berxwedanê bike û li derve vê berxwedanê mezintir bike. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, ew ê berxwedana me mezintir bibe û wê bidome.