Dayikên Aşitiyê ji bo girtiyan di çalakiyan dene
Dayikên Aşitiyê, ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne li Stenbolê li hev civiyan. Dayikan daxwaz kirin ku demildest daxwazên girtiyan werin qebûlkirin. Polîsan xwestin çalakiyê asteng bikin.
Dayikên Aşitiyê, ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne li Stenbolê li hev civiyan. Dayikan daxwaz kirin ku demildest daxwazên girtiyan werin qebûlkirin. Polîsan xwestin çalakiyê asteng bikin.
Ji bo bal kişandina ser greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PJAK'ê ku di roja 59'an de didome, Dayikên Aştiyê ku xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniya çapemeniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Hevberdevka KCD'ê Gulistan Koçyîgît ji bo piştgiriyê, tevlî çalakiyê bû û polîsan diyar kir ku çalakî ji aliyê qeymeqam ve hatiye qedexekirin û xwestin Dayikên Aşitiyê ji qadê dûrbêxin. Dayikan ev qedexeya keyfî bi tilîliyan pêşwazî kirin. Dayikên Aştiyê bi polîsan re gotûbêj kirin û bi dirûşmeyên 'Girtiyên Siyasî Rûmeta me ne', Bijî Berxwedana Zindanan', 'Tecrîdê rakin, mirinan bisekînin' ber bi avahiya HDP'ê a Stenbolê ve meşiyan. Li vir pankartên 'grevên birçîbûnê di roja 59'an de ye; em guh bidin' û wêneyê HevseroKên HDP'ê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag ji aliyê Dayikên Aşitîyê ve hatin rakirin. Daxuyanî ji aliyê Zubeyde înce ve hat xwendin.
'BÊ KU DIRENG BIBE, DAXWAZÊN GIRTIYAN PÊK WERIN'
Înce bal kişand ser li zêdeyî 20 girtîgehan girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dayîn destpêkirin, gihiştine sînorê mirinê û got; "Daxwazên girtiyan ne hatine qebûlkirin û xwê, şekir û vîtamîna B1 nadin girtiyan. Li ser vî bingehî Wezareta Edaletê, hevpeymanên navnetewî binpêkiriye û sûc kirine. Ev helwesta bi keyf ji bo zarokan tê wateya ku xeteriyê. Em li dijî van kiryarên keyfî yên li ser girtîgehan tên kirin bêdeng manînin. Em wek Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan, em vê êşê di grevên mirinên yên sala 1980, 1996'an û gelek din nas dikin. Her roja diçe kritîk dibe.Zarokên me ne ji bo me, ji bo hemû gelên demokrat ên ku li vê erdingariyê dijîn daxwaza aşitiyê dikin û di grevên birçîbûnê dene. Şerf û wijdana me hemûyan temsîl dikin. Ev dengê ku zarokên me ji bo rûmeta mirovahiyê bilind kirin, pêwîste em guh bidin dengê wan û dengê xwe bêxin li ser dengê wan. Em naxwazin ku windakirina rihekî din bîbînin. Bêyî ku direng bibe daxwazên girtiyan werin qebûlkirin."
'WÊ BERPIRSYAR HIKÛMET BE'
Piştî daxuyaniyê Hevberdevka KCD'ê Gulistan Koçyîgît axivî û wiha got; “Eger ku daxwazên girtiyan neyên qebûlkirin wê ji bo sicîla demorasî û aşitiya civakê bibe deqekî reş. Girtî derbasî rewşek krîtik bûne. Li girtîgehan windakirina ruhekê yan seqetmayîn, wê Wezareta Edalet û Hikûmeta ku guh nedayî daxwazên girtiyan berpirsyar be.“