Nasnameya 2 şervanên YPJ'ê hatin eşkere kirin

Navenda Ragihandinê yaYPG'ê nasnameya 2 şervanên YPJ'ê yên ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şervanên YPJ'ê yên ku di Pênagava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabûn, eşkere kir.

Di destpêka daxuniya YPG'ê tê gotin ku Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûriyê her roja xwe ya azad, pêşeroja xwe ya bêyî xeteriya dagirkerî û paşverûtiyê deyndarê şervanên ku canê xwe ji bo azadiya gelan feda dikin e.

Daxuyaniya YPG'ê wiha didome:

 "Ew kesên ku xwe ji bo teqezkirina ewlehiya gelê xwe feda dikin, bêguman ew kes in ku dîrok wan di dilê xwe de vedişêre. Ji ber ku her mirovek bi qasî jiyankirin û kirinên xwe bi rûmet û hêjayî bibîrxistinê ne, em dizanin hinek mirov xwedî rûmeteke bê hempa û hêjayî bibîrxistineke di her kêliyê jiyanê ne. Şervanên azadiyê û parêzvanên şoreşa gelan vê baş dizanin ku jiyan pir caran di mirinê de wateya xwe ya esasî peyda dike. Lewma jiyana xwe bi mirinê tacîdar dikin.

MIROVÊ WÊREK Û EVÎNDARÊ AZADIYÊ

Jinên şoreşger yên ku ji vê şoreşê re pêşengtî kirin, erka xwe yê parastina şoreşê jî tu caran ne terikandine. Wek tîmsalê nîşandana “mirovê wêrek û evîndarê azadiyê” wê çawa bijî, jiyana xwe dikin perwerdeyeke têr û tijî. Yên ku bikaribin vê waneyê bixwînin dê bizanibin xeyalên xwe ji bo xeyalên zarokên gelê xwe feda kirin çi dilsoziyek û fedakariyeke mezin dixwaze. Du ji wan fedaiyan, Şehîd Bêrîtan û Şehîd Kurdistan, di pêngava Xezeba Firatê di meha adarê de tevlî karwana nemiran bûbûn.

Em wek YPG û YPJ soz didin ku emê mîrateya şehîdan bikin esasê têkoşîna xwe. Di serî de ji bo malbatên wan, ji hemû gelên Rojava û Bakûrê Sûrî sersaxiyê dixwazin.”

Nasnameyên şervanên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Nasnav: Bêrîtan Elbak

Nav û Paşnav: Fadîme Alkan

Navê Dayikê: Kumriye

Navê Bav: Seyfedîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6’ê Adara 2017

***

Nasnav: Kurdistan Sûmbûl

Nav û Paşnav: Faqiye Reşozade

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Selam

Cihê ji Dayikbûnê: Urmiye

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 6’ê Adara 2017