Cûdî: Gelê Êzidî bi felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dike
Fermandara YJŞ'ê Cûdî bi rêya Skype yê tevlî konferansa li Hambûrgê bû û wiha got: " Gelê Êzidî felsefeya Rêber Apo qebûl kiriye û li gorî wê xwe bi rêxistin dikin."
Fermandara YJŞ'ê Cûdî bi rêya Skype yê tevlî konferansa li Hambûrgê bû û wiha got: " Gelê Êzidî felsefeya Rêber Apo qebûl kiriye û li gorî wê xwe bi rêxistin dikin."
Fermandara YJŞ'ê Cûdî bi rêya Skype yê tevlî konferansa “Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst 3. Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Avakirina Nûbûnê“ a li Hambûrgê bû û wiha got: "Gelê Êzidî felsefeya Rêber Apo qebûl kirin û li gorî wê xwe bi rêxistin dikin."
Konferansa “Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst 3. Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Avakirina Nûbûnê“ ya li Hambûrgê bi rûniştên cûda didome. Fermandara YJŞ'ê a li Şengalê Zeynep Cûdî bi rêya Skype yê peyamek bi dîmen şand.
Cûdî diyarkir ku li Şengalê tevlîbûna konferansekî wiha ji bo na wan gelek giring e û got: "Ev konferans ji bo ku civak xwe û îradeya xwe nas bike gav avêtinekî giring e. Ji ber kapîtalîzim ji bo ku civak bi ser xwe ve neyê her tişa ku ji destê wê tê dike. Tinekirina civakê felsefeya kapîtalîzmê ye. Niha li Şengalê felsefeya Rêber Apo belav bûye. Hêviya me hemû kesê li gorî rastiya felesefeya Rêber Apo birêxistinkirine. Gelê Êzidî felsefeya Rêber Apo qebûl kirine û li gorî wê xwe bi rêxistin dike. Parastina xweser ji bo vê heye. Di rastiyê de ev di baweriya Êzidiyê te tiştekî ku heye. Di roja me ya îro de dubare ku li Şengalê cardin bê jiyîn gelek giring e."
'PÊWÎSTE GELÊ ÊZIDÎ BIRYARA XWE, BI XWE BIDE'
Zeynep Cûdî wiha domand: "Pêwîste gelê Êzidî biryara şêweyê jiyanê bi xwe bide. Mafê ti kesê nîne ku di derbarê gelê Êzidiyan de biryarê bide. Ew kesên ku wê rojê gelê Êzidî bi tên hêlayin û reviyan biryara vê nikarin bidin. Pêwîste gelê Êzidî di derbarê pêşeroja xwe de biryara xwe bide. YJŞ li ser vî bingehî ber bi artêşbûnê ve biçe û çû rêxistinkirinê. Jinên Êzidî bi felsefeya Rêber Apo xwe birêxistin dikin. Pêwîste Jinên Êzidî bên rêxistinkririn û bibin artêş, pêwîste Êzidî hebûna wan hebe. Ji ber ku qetlîmanên hatîn jiyîn nayê qebûlkirin. Bi hezarn jin, zarok hatin qetilkirin. Ji ber wê politîkayên hikûmeta Başûrê Kurdistanê yên li ser Şengalê nayê qebûlkirin."