Sinetkirina jinê kêm bû, lê hîn dewam dike
Du lêkolînerên Inedê, li ser sinetkirina jinan lêkolîn kirin. Di encama vî karî de derket holê, ku sinetkirina jinê kêm bûye, lê hê jî di asteke tirsnak de dewam dike.
Du lêkolînerên Inedê, li ser sinetkirina jinan lêkolîn kirin. Di encama vî karî de derket holê, ku sinetkirina jinê kêm bûye, lê hê jî di asteke tirsnak de dewam dike.
Li gorî vê lêkolînê, ku hate weşandin, di sala 2016'an de 200 mîlyon jin hatine sinetkirin. Lêkolînera Zanîngeha Sorbonneyê Armelle Andro û lêkolînera Zanîngeha Cote d'Azûr MarÎe Lesclîngrnad di lêkolîna xwe de hemÛ detayên li ser sinetkirina jinê raxistin pêş çavan.
Di rapora UNICEF'ê ya li ser sinetkirina jinê de tê destnîşankirin, ku li 30 welatan jin têne sinetkirin û ji Afrîka Navîn ber bi rojhilat ve herî zêde li Yemen, Iraq, Endonezyayê tê kirin. Li gorî lêkolîna nû ya lêkolînerên navborî, tê ragihandin ku li Rojhilata Navîn û Nêz û li Asyayê jin têne sinetkirin. Tê gotin, li DYA'yê 500 hezar, li Ewropayê jî 500 hezar jin hatine sinetkirin.
Di lêkolînê de tê gotin, "Sinet di nava komên etnîkî de bi rengekî kevneşop tê kirin. Di dema ji giyayîbûnê derbasî kamilbûnê de tê kirin. Ev yek jî di nava her komê de bi heman rengî nayê kirin."
Lêkolîneran destnîşan kirin, tevî ku piraniya civakên jinan sinet kirin hemû Misilman in jî, ol di ê mijarê de diyarker nîne. Di lêkolînê de hat ragihandin, li van herêman di nava Xiristiyan, Yahûdî û Anîmîstan de jî jin têne sinetkirin.
Lêkolîner diyar dikin, sinetkirina zarokên keç di emrekî biçûk de têne kirin û li hin welatan keç di 5 saliya xwe de têne sinetkirin.