ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re rû dan wê bêne şopandin.
Prof. Dr. Franco Cavalli banga dewleta Tirk a danîna çekan a li PKK'ê nirxand û got, bêyî garantiyê destberdana ji çekan bi wate nîne, garantiya pêvajoyê nîne û mînakên cîhanê ji PKK'ê re dibêje 'Dest ji çekan bernede'.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.
Dadgeha Gel a ku 5-6'ê Sibatê li Brukselê bê avakirin wê sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê darizîne.
Nûnera Şamê ya Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Rend Abdullah: Di her xaleke Destûra Bingehîn de divê wekheviya jin û mêr hebe. Divê mafên siyasî, aborî û civakî yên jinan bêne ewlekirin û parastin.