BI DÎMEN

Dreyî: Siberoja xwe nespêrin pîskopatekî

Hîndekara Zanîngeha Silêmaniyê û psîkolog Şîrîn Dreyî got ku, “Siberoja xwe nespêrin psîkopatekî û di referandûmê de bibêjin ‘Na’.” Di heman demê de Dreyî bang kir ku, divê em piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê.

Hîndekara Zanîngeha Silêmaniyê û psîkolog Şîrîn Dreyî li ser referandûma li Tirkiyeyê û grevên birçîbûnê yên ketine roja 60’emîn ji ANF’ê re axivî û got, Erdogan dixwaze egoya xwe ya desthilatdariyê bi xwînê têr bike û ev tişt bi nêrîna psîkolojiyê nerihetiyek e.

Di heman demê de Dreyî bang kir ku, divê em gelên li Başûrê Kurdistanê piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê û dengê wan ragihînin.