Dayikên Şemiyê: Ji bo edaletê em ê bêjin ‘NA’

Dayikên Şemiyê ji bo referanduma sibehê banga "Na" kirin û peyama "Ji bo edaleta ku 22 sal in nehatiye vir, ji bo jin û ciwanên ku hatine qetilkirin, ji bo welat, Gezî, dayikên Roboskê, ji bo şehîdên Pirsûsê em ê bibêjin Na" dan.

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeka xizmên xwe yêh hatine windakirin û bi daxwaza darizandina kiryaran li Qada Galatasarayê cara 629'emîn hatin cem hev. Di çalakiyê de vê hefteyê jî pankarta "Kiryar diyar in winda li kû ne" vekirin û wêneyên windayan hilgirtin. 

Di çalakiya ku vê hefteyê bi qurnefîlan ve "Na" hate nivîsandi de akûbeta Kadîr Kerîmoglu yê di 14'ê Nîsana 1995'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hate binçavkirin û windakirin hate pirsîn û bal kişandin li ser referanduma ku wê sibehê pêk bê. 

'EM Ê JI BO EDALETA KU 22 SAL IN NEHATIYE BIBÊJIN NA' 

Dİ çalakiyê de destpêkê hevsera Fehmî Tosun, Hanim Tosun axivî û diyar kir dengê wan ê li Qada Galatasarayê 22 sal in nehatiye bihistin û di erferandumê de dîsa xizmên windayan hatine jibîrkirin. Tosun wiha got; "We, em ji bîr kirine ji ber vê yekê jî em wekî xizmên windayan dibêjin Na. 

Xwîşka Hayerttîn Eren, Îkbal Eren jî diyar kir ku piraniya emrê xwe bi darbeyên sivîl û Rewşa Awarte re derbas kiriye û wiha got: "Di demên bi vî rengî de li welat xizmên me hatin windakirin. Bi guhertina rejîmê re qanûna bingehîn ferz kirin. Ev nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî em ê sibehê biçin sindoqan û bibêjin Na."

Dayika Mûrat Yildiz, Hanîfe Yildiz jî diyar kir ji bo di referandumê wê bibêjin "Na" gelek sedemên wan hene. Yildiz wiha axivî: "Me ji serî heta niha ji bo hemû kesan digot edalet. Me digot ev wê ji bo we jî pêwîst be. Em ji bo edaleta ku 22 sal in nehatiye vir ji bo jin û ciwanên ku hatine kuştin ji bo welat, ji bo Gezî, dayikên Roboskê ji be şehîdên Pirsûsê em ê bibêjin Na."

Birayê Hasan Ocak, Alî Ocak jî diyar kir ku qanûna bingehîn li ser wan tê ferzkirin, ji ber ku daxwazên kesên li ser vî axê nedîtî ve tê dîtin ew dibêjin "Na": 

'JI BER TIŞTÊN BI ME DAN JIYANKIRIN NA'

Birayê Cemîl Kirbayir, Mîkaîl Kirbayir jî di axaftina xwe de got ku ji ber tiştên bi wan dane jiyankirin ew ê bibêjin Na û wiha got: "Ji ber ku 'Erê' wê şer bîne dibêjin Na. Biryar ya we ye. Gunehê zarokan li ser milê we ye."

Piştî axaftinan metna vê hefteyê ji aliyê mirovên şemiyê Rezzan Karaman ve hate xwendin. Karaman got ku hebûna wan a li Galatasarayê banga heqîqet, edalet, aştî û demokrasiyê ye.