JIN
Hemû Nûçe
-
Gonul: Di helbestên xwe de tişta min nekarî bikim vedibêjim
Aynûr Gonul ku yekemîn pirtûka wê ya helbestan Xewna Jiyanê hate weşandin got, "Tiştên ku min nekarî bikim bi helbestan min vegot. Min xwe tevlî helbestên xwe kir. Min xeyala jinekê kir û ew jin jî ez bûm." -
‘Bi AKP’ê re tundiya li jinê zêde bû’
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku di serdema AKP’ê tundiya li jinê di asta herî bilind de zêde bûye û got: “Dewlet naxwaz jin di nava civakê de bibe xwedî vîn û bi polîtîkayên hedef nîşandanê rêyên jiyanê li jinê asê dike.” -
Jinên Kurd li Brukselê li dijî tundiyê meşiyan-NÛ BÛ
Jinên Kurd ên ji gelek welatên Ewropayê li paytexta Belçîka Brukselê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û qirkirina jinê meşiyan. Jinan li pêşiya Parlamentoya Ewropayê koreografiya dansa "Tecawîzkar tû yî" pêşkêş kirin. -
Li herêmên bi nîqaş êrîşên DAÎŞ’ê zêde bû
Çeteyên DAÎŞ’ê piştî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk; li Başûrê Kurdistanê,Iraqê û herêmên bi nîqaş êrîşên xwe zêde kir. -
Li Hollandayê perwerdeya jinên Kurd
Jinên Kurd der barê dîroka jinê û tundiya li jinê tê kirin li Hollandayê li hev kom bûn û sê rojan perwerde dîtin. -
Gerîla Arya: Ez li çiyê azad im
Dîcle Arya ku piştî xwendekarî û rojnamevaniyê tevlî nava refên YJA Starê bû got, "Dema ku li çiyê dimeşim hîn bêhtir pê dihesim ku xwe azad dibînim." -
Li ser rewşa jinan a li Rojava li Silêmanî panelek hate lidarxistin
Çalakiyên 16 rojî yên bi armanca Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê, bi paneleke ji aliyê Şandeya Jinan a Başûrê Kurdistanê ve hate dayîn bi dawî bûn. -
TJK-E'yê ji bo meşa 11'ê Kanûnê ya li Brukselê bang kir
TJK-E'yê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo parastina Rojava û li dijî qirkirina jinê bang kir ku her kes tevlî meşa 11'ê Kanûnê ya li Brukselê bibin. -
Gerîla Zagros: PKK kir ku xwe nas bikim
Yek ji gerîlaya YJA Starê Rojîn Zagros got, ''Hemû jiyana ku min xeyala wê dikir, min li nav PKK'ê dît''. -
Ji bo jinên Şîlîyê çalakiyeke piştgiriyê hate lidarxistin
Li bajarê Frankfûrtê yê Almanyayê ji bo jinên Şîlîyê çalakiyeke piştgiriyê hate lidarxistin. -
KJK: Em ê li dijî kuştina jinan heta dawiyê li ber xwe bidin
Koordînasyona KJK'ê li dijî tundiya li jinê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku wê li dijî "komkujiya jinan", "talankirina xwezayê" û "dagirkeriyê" heta dawiyê li ber xwe bidin. -
Leyla bi ser dijmin ve meşiya
Asmîn Gelawêj (Leyla Çapin) yek ji wan kesan bû ku di têkoşîna rizgariya gelê Kurd de bi rengekî bêtirs bi ser dijmin ve çû û kêliya şehadetê bi ken û tilîliyan pêşwazî kir. -
Mijdarê 38 jin bi teşwîqkirina daraza Tirk hatine kuştin
Mijdara 2019'an li nav Tirkan 38 jin û 3 zarok hatin kuştin. Îstîsmara zayendî û tecawiz jî nehatin cezakirin. -
Gerîlayên YJA Starê: Xweparastin tenê ne bi çekê ye
Gerîlayên YJA Starê bal kişandin ser giringiya xweparastinê ya ji bo jinan û gotin,''Xweparastin tenê bi çekê nabe''. -
Li Moskowayê tundiya li jinê hate şermezarkirin
Rêxistina Jinên Kurd a Moskowayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê bi daxuyaniyekê tundiya li jinê şermezar kir. -
Di mehekê de 39 di 11 mehan de jî 430 jin hatin qetilkirin
Li gorî rapora meha Mijdarê ya Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Bidin Rawestandin di nava mehekê de 39 jin hatine qetilkirin. Di 11 mehên vê salê de jî 430 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. -
'Raperîna li dijî çerxa riziyayî ya Patriyarkayê'
Newaya Jin di meha Kanûnê de bi manşeta "Raperîna li dijî çerxa riziyayî ya Patriyarkayê" hate weşandin. Di rojnameyê de berxwedana jinan derdikeve pêş. -
Li Îtalyayê du xelat dan Hevrîn Xelef
Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef a ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ew qetil kiribû, ji bo bîranîna wê li Îtalyayê du xelat hatin dayin. -
Li Stockholmê jin ji bo Rojava û Rojhilat meşiyan
Li paytexta Swêdê Stockholmê rêxistinên jinan ji bo dagirkeriya Tirk a li ser Rojava û tundiya rejîma Îranê ya li ser gel şermezar bkin çalakiyek li dar xistin. -
Li bajarê Toulouse panelek derbarê ‘Şoreşa Jin a Rojava’ saz bû
TJK-F li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk derbarê “Şoreşa Jin a Rojava” panelek saz kir. -
HDP: Li Bakirkoyê êşkence li girtiyên jin hate kirin
Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku girtiya bi navê Esîn Kavrûk bi darê zorê ji qawîşa xwe hatiye derxistin û nerazîbûn nîşanî vî tiştî da. -
Dayikên Şemiyê ji bo Nîhat Aydogan li hev civiyan
Dayikên Şemiyê ji bo Nîhat Aydogan li hev civiyan yê ku 30’ê Mijdara 1994’an hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin. -
Berxwedana heta hilma dawî: Gulbahar Gulhat
Gulbahar Gulhat ku heyranî gerîlayên jin bûyî û tevlî nav gerîla bûyî heta ku şehîd bûyî jî berxwedaniyeke bi wêrekî kir. -
Polîsan bi ser Girtîgeha Bakirkoyê de girtin, girtî Kavrûk revand
Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê polîsan bi ser Qawîşa B/6 de girtin û girtî derb kirin. Polîsan Esîn Kavrûk ji qawîşê derxist. -
MLKP'ê şehîdên Mijdarê bi bîr anî
Rêxistina Jinan a Komunîst (KKO) a Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglu a MLKP'ê şehîdên Mijdarê bi bîr anî û got,''Em ê nirxên hevpar ên ku şehîdan afirandine û mîrateya wan biparêzin û mezin bikin.''