Li herêmên bi nîqaş êrîşên DAÎŞ’ê zêde bû

Çeteyên DAÎŞ’ê piştî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk; li Başûrê Kurdistanê,Iraqê û herêmên bi nîqaş êrîşên xwe zêde kir.

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 9’ê Cotmehê de êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, çeteyên DAÎŞ’ê jî êrîşên xwe zêde kirin.

Çeteyên DAÎŞ’ê li bajarên Anbar, Mûsûl, Selahaddîn û Telafer ên Iraqê, li herêmên Germiyan, Dakûk, Xaneqîn û Diyala yên Başûrê Kurdistanê û li qadên bi nîqaş ên Kerkûk, Xurmatû û Celawlayê jî gelek êrîş kir. Di van êrîşan de bi dehan pêşmerge, endamên asayîşê, polîsên Iraqê û sivîl mirin.

Piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê, dema dewleta Iraqê di 16’ê Cotmehê de li dijî herêmên bi nîqaş mudaxeleyeke leşkerî kiribû, DAÎŞ jî li derdora gundê Palkane yê di navbera Kelar û Kifriyê de, li derdora çiya û gola Hemrînê, li qada çiyayê ya derdora Xaneqîn û Diyalayê bi cih bû. Piştî ku dewleta Tirk êrîşî Rojava kir, DAÎŞ jî li van deran bi cih bû.

GUND HATIN VALAKIRIN

Ji ber êrîşên DAÎŞ’ê 8 gundên Kakaiyan ên Daqoqa Kerkûkê, 4 gundên li Heftaxarê û li herêma Germiyanê jî 3 gundên Kurdan hatin valakirin. Ji ber êrîşên çeteyan ji 6’ê Cotmeha 2017’an û heta niha piraniya wan jê gundên Kurdan, herî kêm 100 gund hatin valakirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin sê komên çeteyan hene. Emîrê van çeteyan jî Xalid Bîn Welîd Sedîq û Osman Bîn Efan e.

Tê diyarkirin ku ev çete bi çekên giran û kamerayên termal êrîşan dikin.

Van koman hefteya borî li bajaroka Gulleco ya Kifriya Germiyanê berê êrîşî hêzên asayîşê kir û piştre jî li Xaneqînê êrîşî tûgaya pêşmergeyan a sêyemîn kir. Di van êrîşan de 3 jê pêşmerge, 2 endamên asayîşê, 5 kes mirin. 3 pêşmerge û gelek endamên asayîşê jî birîndar bûn. Heman çeteyan li Celavlayê êrîşî polîsên Iraqê û hêzên artêşê kir.

ÊRÎŞÎ BENDÊN POLÎSAN HATE KIRIN

Çeteyên DAÎŞ’ê jî duh şev saet di 20.30’an de li navçeya Dûbîzê ya Kerkûkê êrîşî bendên polîsan kir. Tê diyarkirin ku di vê êrîşê de 2 polîs birîndar bûne û ew rakirine nexweşxaneyê.

Piştî êrîşê di navbera polîsên Iraqê û çeteyên DAÎŞ’ê de şerek pêk hatiye û balefirên şer ên artêşa Iraqê jî ji hewayê ve li DAÎŞ’ê dane.