Berxwedana heta hilma dawî: Gulbahar Gulhat

Gulbahar Gulhat ku heyranî gerîlayên jin bûyî û tevlî nav gerîla bûyî heta ku şehîd bûyî jî berxwedaniyeke  bi wêrekî kir.

Yek ji fermanara YJA-Starê Gulbahar Gulat (Selma Kaya) 1991’ê tevlî nav têkoşînê dibe. Piştî ku 1997’an ji Rêberê GelêKurd Abdullah Ocalan, li Şamê perwerdehiyê distîne, dîsa berê xwe dide nav çiyayên azad  ên Kurdistnaê. 16 salan li nav têkoşîna  azadiyê, bi helwesteke wêrek, biryardar û xwedî îdîa digihe asta fermanariya jinê ya mînak. Gulbahat Gulhat ku xisletên jinên Botanê pê re hene, bi dengê xwe yê dilweşat jî hemû jiyînên li welatê xwe tîne ser zimên. Gulbahat Gulhat 4’ê Kanûna 2007’an li Gabarê, di şerê dijî artêşa Tirk de bi berxwedaniyeke mezin şehîd dibe.

 ‘’EZ HEYRANÎ GERÎLAYÊN JIN BÛM’

Gulhat ku li nav malbateke welatparêz mezin bûyî, hê zaroktî gerîla didît û dikeve ber bandora nêzîkatiyên gerîla ên jidil û sempatik. Gulhat 2007’an beriya ku biçe qadên bakur, ji kamerayên gerîla re wiha behsa xwe dikir:

‘’Hê bi zaroktî min pir hij gerîla dikir. Dema ku min ew didîtin, ez heyranî gerîlayên jin dibûm. Min pir dixwest li nav refên gerîla bim. Ji ber ku temenê min biçûk bû, hevalan tim asteng dikir ku tevlî nav gerîla bibim. 1991’ê li Botanê tevlî nav gerîla bûm. Dema ku nû tevlê bûm, şertên jiyanê yên gerîla zor bûn. Bi rastî jî pir xweş e ku li çiyayên azad mirov gerîla nas bike. Ji ber ku her kêliya jiyanê ji te berdêl û têkoşîneke mezin dixwaze.’’

 ‘MIN GIYANÊ PKK’Ê YÊ KU DEV JÊ NEDEQERIYA NAS KIR’

Gulhat ku demeke kurt li Botanê dimîne, berê xwe dide Behdînanê. Piştî ku li vir perwerdehiya zivistanê dibîne 1992’an şerê Başûr dest pê dike. Gulhat derbarê şerê Başûr wiha dibêje:

‘’Destpêka şerê Başûr li qada Çiyayê Reş mam. Li dijî tevgera me ya azadiyê PKK’ê konsepteke mezin a îmha û înkarê hebû. Cara pêşî di nav şerekî giran de mam. Derbên mezin li dijmin diket, cara pêşi li ber min hevalên min hem şehîd dibûn û hem jî birîndar dibûn. Vê bi mirov re atmosfereke hîseke mezin çêkir, her wiha dibû sedema têkoşîneke mezin. Di nav vî şerê giran de min giyanê PKK’ê yê azadiyê, berxwedêr û dev jê nediqeriya nas kir. Di nav PKK’ê de girêdana hevrêtiyê her ku diçû zêdetir ez bi jiyanê ve girêdidam.’’

DIYALOGA WÊ YA BI OCALAN RE

Piştî şerê Başûr demekê li Zelê perwerde dibe. Êdî hewl dide ku zêdetir rastiya jinê ya şerker fêhm bike, zêdetir hewl dide ku hevrêtiyê bimane bike û ji bo dahatuyên azad têkoşînê geş bike. Gerîlaya ku di şerê Başûr de bûyî xwedî tecrûbe 1993’an berê xwe dide Serhedan. Piştî ku li Serhedan 4 salan pratîkê dike, ji bo ku ji Ocalan perwerde bistîne 1997’an berê xwe dide Şamê.

Beriya ku dîsa vegere çiyayên azad ên Kurdistanê diyaloga wê ya dawî ya bi Ocalan re wiha ye:

 ‘’Ocalan: Belê Gulbahar, te çi encam derêxist?

Gulbahar: Serokê min, beriya ku werim vê qadê, ez dikarim bibêjim ev raman kûr a niha bi min re nebû. Dikarim bibêjim,  ji pratîka nav gerîla, bi dahurandinên Rêbertî, min encam derêxistin û bûme xwedî tecrûbe. Nexasim li ser Rêbertî, rastiya Kurd û kesayatiya fermandar a jinê hûr bûm.

Ocalan: Dibêjî, hêza min a çareseriyê çêbû? Dibêjî hatim rewşeke ji ya berê cudatir, ne?

Gulbahar: Belê Serokê min.

Ocalan: Divê bi vê şêwaza ku hêzê dide hevrêyên xwe, bi şêwaza ku di şêwaza şer de cih nade kêmasiyan divê tevlê bibî. Tu êmin î ku bi ser bikevî? Bi xwe bawer î?

Gulbahar: Belê Serokê min, bi hêza ku min ji te standî, ez bawer dikim ku pêşengiyê ji têkoşîna azadiyê re bikim.

Ocalan: Heval, dikarî soza serkeftinê bidî ku nebî bar, berevajî, bar hilgirî?

Gulbahar: Soz didim Serokê min.

Ocalan: Li ser vê bingehê serkeftinên mezin dixwazim.’’

 ‘SERDEMA KU HERÎ PIR ZOR LI MIN BÛ 15’Ê SIBATÊ BÛ..’

Gulhat ku payiza 1997’an perwerdehiya ji Ocalan standî qedandî, dîsa di şerê giran ê Başûr, ê 1997-1998’an de li mewziyên pêş e.

Ji ber kesayatiya fermandar a bi xwe bawer, hevalên wê jî ji wêrekî, biryardarî û tim li serkeftinê asê, hêzê distînin. Li gel ku bi salan li çiyan dimîne jî, li ser pêvajoya Komploya Navnetewî ku bandorê lê dike wiha dibêje:

‘’Serdema ku bi min herî giran hatî pêvajoya Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an bû. Ji ber ku keda mezin a Rêbertî li ser her kesî hebû, bi taybetî li ser me kadroyan kedeke zêde dabû. Rêbertî li ser sedemên ku bûne şertên esarete dibêje, ‘’dostaniyên sexte û hevrêtiyên kêm bûne sedema esareta min’’. Li ser vê pir fikirîm. Ez gihaştime wê encamê, ence vê rêya ku di ber azadiyê de em ketine, heke em bi serfiraziyê tacîdar bikin em dikarin ji Rêbertî re bibin bersiv.’’

 ‘WEKÎ KU 24 SAETAN BI RÊBERTÎ RE DIJÎM’

Gulhat ku li gelek eyaletên Başûr ji 1997’an û heta bi 2007’an bi asta fermandarî peywir standî, 2007’an berê xwe dide qada Gabarê ya Botanê. Gulhat ku dixwest li çiyayên Kurdistanê şer bike û bi vê îdîayê bû, li ser çûna xwe ya li ser xakên Bakur wiha dibêje:

‘’Ji bo min çûyina nav xakên Bakur dihate maneya ku dîsa bigihim qadên Rêbertî. Ji ber vê, weke ku 24 saetan bi Rêbertî re bim, bi îdîaya ku tim ez ê di nav nûbûnê de bim tevlê bibim. Şehîd Erdal Sîncar tim ji min re digot,’’Tu tam xwedî wê kesayatiyê yî ku li qadên Botanê gerîlatiyê bikî, qewîtiya min e, heke rojekê biçî Bakur, biçe Botanê, bi taybet biçe qada Gabarê’’. Gelek hevrêyên şehîd jî eynî tişt ji min re gotibûn. Ji ber vê, min dixwest biçim vê qadê û qewîtiyên şehîdên me bi cih bînim.’’

Gulbahar Gulhat ku bi tevlêbûna jirêzê û têkçûn qebûl nedikir, li Gabarê bi di şerekî dijî artêşa Tirk de bi berxwedaniyeke mezin şehîd dibe.