MLKP'ê şehîdên Mijdarê bi bîr anî

Rêxistina Jinan a Komunîst (KKO) a Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglu a MLKP'ê şehîdên Mijdarê bi bîr anî û got,''Em ê nirxên hevpar ên ku şehîdan afirandine û mîrateya wan biparêzin û mezin bikin.''

Rêxistina Jinan a Komunîst (KKO) a Fermandariya Akademiya Huseyîn Demîrcîoglu a MLKP'ê îro bi daxuyaniyeke niviskî şehîdên Mijdarê bi bîr anî

Di daxuyaniyê de şehîdên Mijdarê hate bibîrxistin û hate gotin, ''Her yek ji wan mîna rênîşandêrên çalakiyê, rêberên me yên şoreşger in ku rê nîşanî me didin. Di têkoşîna me de ya şoreşa yekbûyî de, li Tirkiyê, Bakur, Rojava û li çar parçeyên Kurdistanê, di têkoşîna azadî û sosyalîzmê de nemirê me ne'' û bi domdarî hate gotin, ''hişmendiya me ronî dikin.''

KKO'yê Rosa, Clara, Înes Armand, Kurpskaya, Besê, Leya Qasim, Barbara bi bîr anî, got, ''Em wan mîna avakarê têkoşîna azadiya xwe ya jinê, mîna rêber û şervanan dibînin'' û hate domandin,  ''Mîrateya têkoşînê ya Paramazan, Mustafa Suphiyan, Denîz, Mahîr, Îbo, Mazlûm û Kemal Pîran kevirên hîmî yên rêça me ya şoreşê ne.''

Bi berdewamî di daxuyaniyê de şehîd Berçem, Bêrîtan, Zîlan, Sarya, Sara, Delal, Nûdem, Mercan, Serpîl, Destan, Ceren, Raperîn hatin bibîranîn, hate gotin, ''Ew rêber, fermandar û şervanên şoreşa me ya jinê ne'', ji bo şehîd Baran, Atakan, Ulaş, Zekî, Organ, Mazlûm, Alîşêr, Kemal, Agît, Taylan, Ozan, Frat û Alper jî hate gotin, ''Ew rêber, fermandar û şervanên têkoşîna me ya yekbûyî ne.''

BERXWEDANA DÎROKÎ YA ROJAVA HÊZÊ DIDE

Di daxuyaniyê de berxwedana Rojava ya li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên hate destnîşankirin û hate gotin, ''Çalakiyên hevrêyên me yên ku li Rojava li dijî êrîşên dagirker û dorpêça paşverû li kozikan şerê rûmet û azadiyê geş dikin, di vê rêyê de nemir dibin, hêzê didine me. Berxwedana dîrokî, li naverasta hemû êrîşên dagirker, emperyalîst û dorpêça paşverû roniya hêviyê zindî dihêle.''

Di daxuyaniyê de herî dawî hate şehîdên Mijdarê hatin bibîranîn û hate gotin, ''Em dîsa sond dixwin ku nirx û mîrateya hevpar a ku wan afirandiye biparêzin û geş bikin.''