HDP: Li Bakirkoyê êşkence li girtiyên jin hate kirin

Meclîsa Jinan a HDP’ê diyar kir ku girtiya bi navê Esîn Kavrûk bi darê zorê ji qawîşa xwe hatiye derxistin û nerazîbûn nîşanî vî tiştî da.

Meclîsa Jinan a HDP’ê derbarê zextên li girtîgeha jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gerînendeyê girtîgehê, sergardiyan û robokopan di 28’ê Mijdarê de girtine ser Qawîşa B6 ya Girtîgeha Jinan a li Bakirkoyê. Di serdegirtinê de êşkence li girtiyên jin hatiye kirin. Di vê serdegirtinê de Esîn Kavrûk ji qawîşê hatiye derxistin. Bêyî îradeya wê ji Kavrûk xwestine nimûneyên DNA’yê yên xwîn û tifê bistînin. Kavrûk jî ev tişt red kiriye. Piştre bi robokopan girtine ser qawîşa B6 û êşkence li girtiyan hatiye kirin.

Divê tifaqa AKP û MHP’ê baş bizanibe ku Esîn Kavrûk û girtiyên din ne bi tenê ne.”