Li bajarê Toulouse panelek derbarê ‘Şoreşa Jin a Rojava’ saz bû

TJK-F li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk derbarê “Şoreşa Jin a Rojava” panelek saz kir.

Li bajarê Toulouse a Fransayê TJK-F derbarê “Şorerşa Jin a Rojava” panelek saz kir. Di panela ku Însîyatîfa Jinan a Toulouse organîze kirî de Şoreşa Jin a Rojava ku bi pêşengtiya jinan hatî damezrandin, ji roja yekemîn a destpêka wê heta niha hate destgiritin, her wiha di ronahiya Şoreşa Jin a Rojava de li hemberî dijminatiya jin a di asta cîhanê de ku her diçe zêdetir dibe çareseriyên wê hat gotûbêj kirin.

Di panelê de ku Nûnera Karên Derwe ya TJK-F Hazal Karakûş weke axaftinvan tevlî bibû “şîdeta li hemberî jin” ku li cîhanê her ku diçe zêdetir dibe jî hat gotûbêj kirin. Karakûş bal kêşande ser şîdeta li hemberî jin’ê ne pêkane ku ji zilamtî û desthilatê qut bê destgirtin û ew got: “modernîteya sermayedarî û netew-dewlet xwe li ser têgînên zilamtî û desthilatê avakiriye.”

Di panelê de ku gelek saziyên femînîst jî tevlî bibûn, Karakûş di dewama axaftina xwe de gotina “Rizgariya mirovatiyê encex bi azadiya jinê dikare pêk bê” ya Rêberê Gelê Kurd Ebdula Ocalan bibîr xist û dom kir: “Şoreşa Rojava weke paradîgmaya avakirina Jineolojî ku îdeolojiya rizgariya jinê ye diyar kiriye.”

Hazal Karakûş da zanîn ku Tevgera Azadiya Kurd û têkoşîna wê ket sala 41’an û diyar kir ku têkoşîna dîrokî ya 41 salan a Tevgera Azadiya Jin (TAJ) bi pêşengtiya jinan pêşketiye xw gihiştiye asta Şoreşa Rojava. Nûnerê TJK-F Hazal Karakûş destnîşan kir ku divê jin bi hatina gel hev ji avakirina cîhanekî nû re pêşengtî bikin, diyar kir ku ‘Şoreşa Rojava’, “Şoreşa Jin” e. Bang kir ku pêwîste xwedî li şoerşê bê derketin.

Rêvebirên xebatên girîng ên rizgariya jinan; Femînîstên Anarşîst, Femînîstên Ekolojîst, Meşa Cîhanî ya Jinan, L’union Syndîcale Silîdaîre, Sud-Education tevlî panelê bûn.

Panel bi drûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.