Li Îtalyayê du xelat dan Hevrîn Xelef

Siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef a ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ew qetil kiribû, ji bo bîranîna wê li Îtalyayê du xelat hatin dayin.

Şaredariya Capoa Xelata Margerîta Trolî vê salê layîqî Hevrîn Xelef dît. Ev xelat ji bo bîranîna Trolî tê dayin a ku li hemberî faşîzmê di nav refên partîzanê de şer kiribû.

Xelef hêjayî xelata ‘Çalakgera ciwan a Mafên Sivîlan û Azadiya Wan a Koalîsyona Îtalyayê’ hate dîtin.Li ser navê Xelefê, çalakger Zîlan Diyar diyariya wê wergirt û got ku “Ev xelat cesarê dide têkoşîna me jinên Kurd.”

Hevseroka Partiya Pêşverû ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên dewleta Tirk di 12’ê Cotmehê de hatibû qetilkirin.