Dayikên Şemiyê ji bo Nîhat Aydogan li hev civiyan

Dayikên Şemiyê ji bo Nîhat Aydogan li hev civiyan yê ku 30’ê Mijdara 1994’an hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin.

Dayikên Şemiyê ku di hefteya 766'emîn de xwestin ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe û dîtina kujerên wan li Qada Galatasaray li hev kom bibin, careke din hatin astengkirin. Li ser astengiyê Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe li kuçeya ku Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê lê ye û ku ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin, pêk anîn. Dayikên Şemiyê tîşortên ku wêneyên windayan li ser wan bûn, li xwe kirin. Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Oya Ersoy, Mûsa Pîroglû û Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan piştgirî dan çalakiyê.

ÇÎROKA AYDOGAN

Vê hefteyê aqûbeta Nîhat Aydogan ku di sala 30'ê Mijdara 1994'an de li mala xwe li navçeya Midyadê ya Mêrdînê hat destgîrkirin û careke din agahî ji nehat girtin, hat pirsîn. Daxuyaniyê vê hefteyê ji aliyê keça Fehmî Tosûn heta xwendin. Fehmî Tosûn di 19'ê Cotmeha 1995'an hatibû destgîrkirin û piştre agahî jê nehatibû stendin. Tosûn diyar kir ku çaryekeke aqûbeta Aydogan dipirsin û ev tişt got: "Di salvegera 25'emîn windabûna Aydogan de bang li rayedarên îdarî û edlî dikin ku peywirên xwe bi cih bînin û kesên bûne sedema windakirina Aydogan bidarizînin û bêcezatiyê bi dawî bikin."

ELÇÎ Û EPOZDEMÎR HATIN BIBÎRANÎN

Her wiha di çalakiyê de Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî û Parêzer Şevket Epozdemir ku beriya 26 salan hatibû qetilkirin jî hatin bibîranîn.

‘DIXWAZIM KUJERÊN BAVÊ MIN Û TAHIR ELÇÎ DERKEVIN HOLÊ’

Piştî Tosûn, keça Aydogan Necbîr Aydogan axivî û diyar kir ku qet bavê xwe neditiye û ji bo bavê xwe gorekê dixwaze. Di berdewamê de Aydogan ev tişt got: "4 sal berê dema ku min qetilkirina bavê xwe li Qada Galatasaray şermezar dikir, di heman saetê de agahiya qetilkirina Tahîr Elçî hat. Ez dixwazim ku kujerên bavê min û Tahîr Elçî derkevin holê."

Piştî Aydogan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî axaftineke kir û bertek nîşanî qedexekirina Qada Galatasarayê da û diyar kir ku biryara qedexeyê li dijî qanûnan e.