Gerîlayên YJA Starê: Xweparastin tenê ne bi çekê ye

Gerîlayên YJA Starê bal kişandin ser giringiya xweparastinê ya ji bo jinan û gotin,''Xweparastin tenê bi çekê nabe''.

Gerîlayên YJA Starê gotin xweparastin tenê bi çekê nabe, divê bi xwepwerdekirina jinê, bi xwenaskirinê û bi parastina welatê xwe bi hev re were nirxandin.

'BI PKK'Ê RE JIN DERKETIN PÊŞBERÎ CIVAKÊ'

Gerîlaya YJA Starê Ararat Malazgirt got, ''Beriya PKK'ê nedihate nîqaşkirin bê ka di nav civakê de jin divê çawa berevaniyê li xwe bike. Lê bi derketina PKK'ê re û bi çêbûna şoreşa  Rojava de xweparastin zêdetir bû rojev û astek dayê. Dayik û jinên li dest wan çek derketin pêşberî civakê û diyar kirin ku ew ê berevaniyê li xwe bikin.''

Malazgirt wiha domand: ''Van geşedanan kana xwe ji PKK'ê, ji têkoşîna azadiya jinê stand. Ji felsefeya Rêbertiya xwe îlham û wêrekî standin. Ji bo jinan, li çiyan hîseke cuda ye tiştekî bikin. Li vir her tiştê xwe tu dikî, xweparastina bi çekê jî di nav de. Ji bo me gerîlayên YJA Starê û HPG'ê  pir girîng e ku li dijî dijmin em berevaniyê li gelê xwe, li jin û zarokan û ji bo dahatuyeke azad em berevaniyê li nirxan bikin. Divê ev çêbibe, ji bo çêbibe hewceyî bi vînekê heye, bi vîneke qeyîm û ev jî bi gerîlayên YJA Starê re heye.''

'JIN BI SERÊ XWE TIŞTEKÎ BIKE EV JÎ XWEPARASTIN E'

Gerîlaya YJA Starê Sarya Çiya jî bal kişande ser giringiya xweparastinê ya ji bo jinan û got, jin bi serê xwe tiştekî bikin ev jî xweparastin e.

Çiya got,''Li çiyayan dema ku jin her tiştê xwe bi serê xwe dikin, dema ku kozikên xwe çêdikin, ewlehiya xwe bi cih tînin, bi tena serê xwe dema ku xwe diparêzin, bi sirûştê re dibine yek, ev hemû helwesta xweparastinê ye. Li gelek herêman, li gelek giran jin bi serê xwe ne û li wir xweparastin di dest jinan de ye.

Di nav civakê de jiyan jî jinê re zêde tê dîtin, layiqî wê nayê dîtin. Biryarstandin, axaftin, vegotina ramana xwe jê re zêde tê dîtin. Tişta ku hişmendiya nêr li ser jinê ferz dike û asta ku dixwaze bêniyê diyar e. Li Rojava, nexasim di şerê Kobanê de vîna jinê li hemû cîhanê olan da. Li Kobanê ya ku herî pir derkete pêş ev lehengî bû. Ev berxwedan û helwesta xweparastinê hem li hemû Kurdistanê berbelav dibe û hem jî ji bo ku hemû jinên cîhanê dibe îlham.''