Li Moskowayê tundiya li jinê hate şermezarkirin

Rêxistina Jinên Kurd a Moskowayê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê bi daxuyaniyekê tundiya li jinê şermezar kir.

Rêxistina Jinên Kurd a Moskowayê Viyan ku li Rûsyayê kar dike bi wesîleya 25'ê Mijdarê daxuyaniyeke çapemeniyê weşand.

Daxuyanî li Mala Çandê ya Lûnaçerskî hate xwendin û hate gotin, "Jinên Kurd ên azad bi têkoşîna xwe ya li dijî DAÎŞ'ê têkoşîna azadiya jinê li nava civakê bêhtir watedar kirine."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinên rêxistinbûyî jinên azad in.

Her wiha dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate bibîrxistin û Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî hate rexnekirin ku bi rengekî têrker zextê li dewleta Tirk nakin ku dagirkeriyê bi dawî bike.