Polîsan bi ser Girtîgeha Bakirkoyê de girtin, girtî Kavrûk revand

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê polîsan bi ser Qawîşa B/6 de girtin û girtî derb kirin. Polîsan Esîn Kavrûk ji qawîşê derxist.

Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê polîsan bi ser qawîşa B/6 a girtiyên jin de girt. Polîsan girtî derb kirin û Esîn Kavûk ji qawîşê derxistin û birin. Di encama hevdîtina girtiyan a bi malbatê re serdegirtina duh hate zanîn.

JI BER GOTINA ‘NA JI ŞER RE NA’ HATE GIRTIN

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Esîn Kavrûk li ser tevna civakî bi gotina “Na ji şer re” dijî dagirkeriyê derketibû roja 11’ê Cotmehê bi îdîaya “propagandaya rêxistinê kiriye” hate girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê.

5’emîn Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Stenbolê ji bo girtina DNA ya Kavrûk biryar da. Bêyî xwesteka Kavrûk bi biryara dadgehê roja 11’ê Mijdarê li Saziya Tipa Edlî xwestin DNA’yê bigrin. Kavrûk pêkanîn red kir û li ser vê bijîşk girtename girt û Kavrûk dîsan şand girtîgehê.

MIDURÊ GIRTÎGEHÊ GEF XWARIBÛ

Piştre midurê girtîgehê bi Kavrûk re civiya û wiha got; “Fermana dozger heye. Eger bi xwesteka xwe tu nekî wê ji aliyê polîsên TEM’ê ve werî destgîrkirin û bi zorê vê pêkanînê bikin.” Li ser vê girtiyên li qawîşa Kavrûkê ragihandin ku ew ê destûra vêya nedin. Midurê girtîgehê jî gotibû ‘Wê dem ê em ê bi ser qawişê de bigrin û radestî polîsan bikin.” Girtiyên din gotin ‘Parêzeran îtiraz kirin û bi encam nebûye’ lê midur dîsan gefê xwe domandibû. Li ser vê girtiyan li qawîşê nobed girtin û ji bo serdegirtinekê zarokên li qawîşê derxistibûn derve.

AV. TÛNCER: EM NIZANIN BIRINE KUDERÊ

Parêzer Gulîzar Tûncer nerazîbûn nîşanî bêdengiya raya giştî da û ev daxuyanî da; “Bi rojan e û bi heftane ji bo mirov li beramberî vê mijarê bi hestiyar bin em bang dikin. Lê tu bersivek me ne girt. Raya giştî jî bi cidî nêz ne bû. Ne saziyên hiqûqê û ne jî rêxistinên jinan eleqeyek têrnek nîşan nedan. Esîn jî birîn lê têkildarî cihê birine tu agahî berdestê me nîne.”