'Raperîna li dijî çerxa riziyayî ya Patriyarkayê'

Newaya Jin di meha Kanûnê de bi manşeta "Raperîna li dijî çerxa riziyayî ya Patriyarkayê" hate weşandin. Di rojnameyê de berxwedana jinan derdikeve pêş.

Hejmara dawî ya salê ya rojnameya Newaya Jin bi mijarên cuda gihîşt ber destê şopdarên xwe. Rojnameyê manşeta "Raperîna li dijî çerxa riziyayî ya Patriyarkayê" bi kar anî û giranî da ser têkoşîna jinan a li dijî tundiya mêr û dewletê.

Zeynep Kizilirmak qala sedem û encamên êrişên qirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava kir û ragihand, nobedarên ku dewleta Tirk ji bo fetisandina şoreşa jinê şandin qadê, ketin bin lingê jinên xurt.

Meral Çîçek jî karakterê dijî jinê yê êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava nirxand û destnîşan kir ku rengê jinên Kurd ên wêrek ên ku pêşengî ji berxwedana têkbirina DAÎŞ'ê re kirin di hedefê ye.

Zerya Gul jî bal kişand ser rola hêzên emperyalîst di êrişên qirkeriyê yên li dijî Rojava de û ragihand ku di sala 2020'an de jî wê berxwedana ji bo ewlekarî û jiyana azad dewam bike.

Rojnamevan Rûken Cemal jî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kirin, ji bo rûpela Kurdî berhev kir.

Rojnamevan Ronî Eylem jî bandora polîtîkayên rejîma Erdogan li civaka Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku fîşeka li dijî Kurdan tê bikaranîn li Tirkiyeyê dibe siyanur.


Ji nivîskarên rojnameyê Gulistan Çiya Îke jî encamên çalakiyên 25'ê Mijdarê yên li Kurdistanê û dinyayê nirxand.

Her wiha hevpeyvîna bi Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad a der barê yekîtiya neteweyî, şîrove nivîsa Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr a der barê êrişên faşîzan ên li hemberî siyaseta Kurd, portreyên aktîvîsta Hintî Shehla Rashid Shora û aktîvîsta Emerîkî Lucy Parsons hatin weşandin.

Her wiha bîranîna Leyla Şanli (Bêrîtan Hêvî) hate weşandin ku di 21'ê Gulana 2009'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da.