TJK-E'yê ji bo meşa 11'ê Kanûnê ya li Brukselê bang kir

TJK-E'yê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji bo parastina Rojava û li dijî qirkirina jinê bang kir ku her kes tevlî meşa 11'ê Kanûnê ya li Brukselê bibin.

TJK-E'yê ji bo parastina Rojava bang li her kesî kir ku 11'ê Kanûnê li Brukselê li hev kom bibin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şoreşa Rojava şoreşeke jinê ye û hate gotin, "Sîstema jiyana azad û demokratîk a gelane. Ji ber vê yekê rejîma Erdogan a faşîst ku nîşaneya sîstema hegemonîk a serweriya mêre, êrişî Rojava dike ku qir bike û dagir bike. Bi vê armancê jî destpêkê jinê dike hedef. Di nava du mehan de li Rojava gelek jin, zarok, sivîl hatin qetilkirin û birîndar bûn û ji warê xwe hatin koçberkirin. Bi her rengî komkujî û tundî li jinên Rojava hate kirin û ev rewş roj bi roj giran dibe."

Li dijî vê yekê TJK-E'yê bang li her kesî kir ku di 11'ê Kanûnê de li Brukselê tevlî meşê bibin û bang li saziyên navneteweyî jî kir ku wezîfeya xwe pêk bînin.