Li Stockholmê jin ji bo Rojava û Rojhilat meşiyan

Li paytexta Swêdê Stockholmê rêxistinên jinan ji bo dagirkeriya Tirk a li ser Rojava û tundiya rejîma Îranê ya li ser gel şermezar bkin çalakiyek li dar xistin.

Kurd û dostên wan li Meydana Bantorget Norrayê hatin cem hev, xwedî li Şoreşa Rojava derketin û ji bo dewleta Tirk û Îranê şermezar bikin bi dirûşma ''Dagirkerî tundî ye, bi giyanê têkoşînê yê Hevrîn li dijî faşîzmê li ber xwe bide'' meş û mîtîngek kirin.

Li ser navê Meclîsa Jinan a Amara axaftin hate kirin û hate gotin dewleta Tirk ji bo pergala feminîst, ekolojîk, dadmen û wekhevîxwaz ji holê rake êrîş bi ser Rojava de tîne.

Di axaftinan de hate goitn dagirkeriya Tirk tundî ye û bang li hemû jin û gelên cîhanê hate kirin ku ji bo parastina şoreşa Rojava li dij dagirkeriya Tirk rawestin.

Her wiha hate gotin jinên Kurd pêşengiyê li têkoşîna demokrasî û azadiyê ya Rojhilat a li dijî dewleta Îranê dikin.

Sosyalîst ji Partiya Dadmendiyê bi peymanê piştevaniyê zext û êrîşên dewleta Tirk û Îranê şermezar kirin û ew ê bi gelên Tirkiyê û Kurdistanê re piştevaniya xwe bidomînin.

JINÊN BOLÎVYAYÊ: JINÊN KURD BÛNE ÎLHAM

3 jinên ji gelê xwecih ê Bolivyayê bi alayên xwe destek dane jinên Kurd û gotin ,''Jinên Kurd ku li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ'ê û dagirkeriya Tirk li ber xwe didin, ji jinên cîhanê re bûne îlham, em têkoşîna wan slav dikin. Gelên xwecihh ên Bolivya û Kurd li dijî faşîzmê û dîktatoriyê têdikoşin.''

Nûnera partiya bi navVê Feminîst Insîyatîv jî dagirkerya Tirk a li ser Bakurê Sûriyê şermezar kir. Gotin ew li pişt jin û gelan in ku berevaniyê li Şoreşa Rojav dikin.

Li ser navê Platforma Demokratîk a Îranê jî axaftin hatin kirin û hate gotin serhildana gel a li Îranê û Rojhilat berxwedana li dijî êşkence û dervekirinê ye.

Piştî axaftinan girse ber bi Meydana Norrmalstorgê meşiya. Dirûşmên ''Piştevaniya bi Rojava û Rojhiat re'', ''Destê xwe yê xwînî ji ser Kurdan bikişînin'', ''Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime'', ''Jin jiyan azadî'', ''Bimre rejîma Îslamî ya Îranê'',''bijî YPG, YPJ'' hatin gotin.

Çalakî ji hêla Meclîsa Jinan a Amara , Feminist Rise up for Rojava, RONAK, Komîsyona Jinan a Kongreya Netewî ya Kurdistanê, Partiya Edelatê-Sosyalîst, Komîteyên Bakur, Komîteyên Rojava û Insîyatîva Feminîst ve hatin hazirkirin.