Li ser rewşa jinan a li Rojava li Silêmanî panelek hate lidarxistin

Çalakiyên 16 rojî yên bi armanca Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê, bi paneleke ji aliyê Şandeya Jinan a Başûrê Kurdistanê ve hate dayîn bi dawî bûn.

Çalakiyên 16 rojî ya ku bi armanca Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê ya li Başûrê Kurdistanê bi panêlekî bi dawî bû. Panêla ku bi pêşengtiya Şandeya Jinan a Başûrê Kurdistanê hatibû organîzekirin li Mûzexaneya Emne Sûreke ya bajarê Silêmanî pêk hat. Di panêlê de dirûşmeya “Dîtina Jin a ji bo Rojava” bal kêşand.

Panêl ji aliyê Rojnamevan Jîno Mihemed ve hate birêvebirin.

Di panelê de Nûnera Zerdeştiyan a Wezareta Ewqaf ya li Herêma Kurdistanê Awat Derya, çalakvana Siyasî Dayê Gelawêj Hisên, Endama RJAK Banû Helebceyî, Rêvebera Rêxistina Dabîn Dilsoz Zengene, Endama Encûmena Giştî ya RJAK Necîbe Omer, hunermend û çalakvan Aware xan û Rojnamaven Hevjîn Zîbe axivîn.

‘JINÊN KURD JINÊN HERÎ AZAD ÊN CÎHANÊ NE’

Di panelê de Nûnera Zerdeştiyan a Wezarata Ewqaw ya Herêma Kurdistanê Awad Derya destpêkê di derbarê Rojava de destnîşan kir ku dema ew çûne Rojavayê Kurdistanê rastî gelek dîmenên bi êş hatine û got her tişt weke di televîzyonan de xuya dike jî nîne û wiha axaftina xwe domand: “Lê xelkê Rojavayê Kurdistanê bi şêwazekî pir bi nirx û rûmet, bi tilîliyan her wiha bi sirûda Ey Reqîp û stranan şehîdên xwe pêşwazî dikin. Bi rastî xelkê Rojavayê Kurdistanê serê me bilind kirin. Lewma wek jin divê em yek deng û yek dest bin ku karibin piştgiriya xwe ji bo Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin. Her kes baş dizane ku jinên Kurd timî di rewşeke zehmet de dijîn. Minakên Adîle Xan û Hefse Xan hene. Jinên Kurd her tim xwedî rolekî ne û jinên Kurd jinên herî azad ên cîhanê ne.”

‘HÊVÎ DIKIM JINÊN BAŞÛR HELWEST NÎŞAN BIDIN’

Dayê Gelawêj Hisên jî têkildarî dîtina xwe ya ji bo Rojava diyar kir, di dema ku ew çûye Rojavayê Kurdistanê ditiye ku şervanên jin û keçên ciwan çawa şer dikin û çawa xwe fedayê xaka xwe dikin û şehîd dikevin. Dayê Gelawêj got: “Ez hêvî dikim weke jinên Başûrê Kurdistanê bi hêzeke mezin helwest li beramberî van kiryarên li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan bidin.”

‘JIN PÊŞENGTIYA ŞOREŞÊ DIKIN’

Endama Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), Banû Helebceyî jî bal kişand ser jinên Rojavayê Kurdistanê û wiha berdewam kir: “Li Rojavayê Kurdistanê jin pêşengtiya şoreşê dikin. Di rabirdûyê de jî her jinan pêşengtî kiriye. Jin di vê dîroka 5 hezar salî de li dijî desthilatdariyê timî têkoşiyaye. Jin her tim li dijî deshilatdaran têkoşiyan e. Pergala me ya li Rojavayê Kurdistanê li ser fikir û felsefeya Abdulah Ocalan ava bû. Têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê destpê kir û jin beşdar kir, fikrekî mezin ava kir û jinên bi rûmet û pêşeng ava kir.”

‘AZADIYA MIN DI AZADIYA CIVAKA MIN DE YE’

Endama Encûmena Giştî ya RJAK Necîbe Omer jî di destpêka axaftina xwe de kesên di Têkoşîna li Dijî Tundiya li Jinê de jiyana xwe ji dest dane, bibîr anî û got: “Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û bi giştî li Rojhilata Navin fikreke nû ava kirine. Rast e li hemû beşên Kurdistanê jinên têkoşer derketine, lê negihiştine asteke rêxistinî û nekarîne xwe ji eqlê namûsperestiyê rizgar bikin. Lê li Rojavayê Kurdistanê gihişte asteke ya şoreşa civakî. Ji ber ku li wir şoreşeke fikrî hate avakirin. Bi sedan fikrên akademîk ava bûn. Berî şerê çekdarî têkoşîneke fikrî hat avakirin. Eger îro jinek 70 salî di şer de têdikoşe ev ji ber wî fikrî ye. Ew fikir û felsefeya ku Rêber Apo pêş xistiye, jin anîn ba hev. Wisa kiriye ku ez azadiya xwe di çewisandina kesek din de nebînim. Di teşhîrkirina kesek din de nebînim. Ji ber ku azadiya min di azadiya civaka min de ye û azadiya min di azadiya wan jinên ku tên çewisandin de ye.”

Di dawiya panelê beşdaran jî pirs û nêrînên xwe pêşkêş kirin. Piştî wê panêl bi dawî bû.