Mijdarê 38 jin bi teşwîqkirina daraza Tirk hatine kuştin

Mijdara 2019'an li nav Tirkan 38 jin û 3 zarok hatin kuştin. Îstîsmara zayendî û tecawiz jî nehatin cezakirin.

Platforma Em ê Kuştina Jinan  Rawestînin (KCDP) diyar kir Mijdarê 38 jin bi destê mêran hatine kuştin. Li gorî daneyên raporê her roj bi kêmanî jinek hatiye kuştin.

Li gorî daneyên Jin Newsê 13 zarok jî tundî li wan hatiye kirin, ji hêla zayendî ve hatine îstîsmarkirin û 3 zarok jî hatine kuştin. Di dozên tundiyê de yên li ser jin û zarokan bêcezakirinê û kêmkirina cezayan berdewam kir.

Li Bûrsayê midûrê saziya Navenda Pêşîlêgirtina Tundiyê û Çavdêriyê (ŞONÎM) Tayfûn Erol destdirêjî li 11 jinan kir.

Daraza Tirk a bi kontrola rejîma Serokê AKP'ê Erdogan di dozên îstîsmar, tecawiz, kuştin û tundiyê de yên li ser jinan û zarokan bi bêcezarkirin, kêmkirina cezayan tundî, tecawiz û kuştina jin û zarokan teşwîq dike. Ji dema ku AKP li Tirkiye hatiye ser kar bûyerên tecawiz, tundî, kuştinan jinan û îstîsmarkirina zarokan pir zêde bûye.