Di mehekê de 39 di 11 mehan de jî 430 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora meha Mijdarê ya Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Bidin Rawestandin di nava mehekê de 39 jin hatine qetilkirin. Di 11 mehên vê salê de jî 430 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

Di rapora meha Mijdarê de ya li ser jinan hate gotin ku “Heta ku neyê tespîtkirin ji aliyê kê û çawa hatine kuştin, darizandineke adilane neyê kirin û ceza neyên dayîn wê şîddet bidome.”

Li gorî raporê di nava mehekê de 39 jin ji aliyê mêran hatine kuştin. Li gorî heman raporê 11 cînayetên jinan wekî mirina bi guman hatiye qeydkirin, nehatiye tespîtkirin ku 19 jin çima hatine kuştin, 4 jin ji ber hincetên aborî, 5 jin jî ji ber ku xwestine ew û hevjînê xwe dev ji hev berdin û êdî li hev neyên hatine qetilkirin.

Di raporê de hate gotin ku “11 jin nehatiye tespîtkirin ku ji aliyê kê hatine kuştin, 11 jin ji aliyê mêrê ku pê re zewicîne, 2 jin ji aliyê mêrê xwe yê berê yê pê re zewicîne, 4 jin ji aliyê bavê xwe, 3 jin ji aliyê xizmên xwe, 2 jin ji aliyê kurê xwe, jinek ji aliyê birayê xwe û 4 jin jî ji aliyê partnerê xwe hatiye kuştin.”

Di raporê de tê diyarkirin ku di 11 mehên vê salê de herî kêm 430 jin hatine qetilkirin. Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Bidin Rawestandin tespît kiribû ku di sala 2016’an de 328 jin, di sala 2017’an de 409 jin û di sala 2018’an de jî 440 jin hatine kuştin.