CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Fransa û Elmanyayê bang li welatiyên xwe kir ji bo ji Ûkraynayê derkevin
Piştî ku DYE'yê ragihand ku 'ew îqna bûye' ku Vladîmîr Pûtîn biryar daye êrişî Ûkraynayê bike, li bakurê Ûkraynayê hewldanên ji bo binpêkirina agirbestê zêde dibin. Fransa û Elmanyayê bang li welatiyên xwe kir ku vî welatî biterikînin. -
Di encama bahoza Zeynep a li Ewropayê 9 kes mirin
Ji ber bahoza Zeynep ya li welatên Ewropa bi bandor e herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Tûnûsê Rewşa Awarte heta dawiya salê hate dirêjkirin
Li Tûnûsê Rewşa Awarte ya ku di sala 2015’an de hatibû îlankirin heta dawiya sala 2022’an hate dirêjkirin. -
Rûsya wê tetbîqata hêza nukleer bike
Rûsyayê di rewşeke wiha de ku bi Ukrayna re rageşî zêde bûye, ragihand ku ew ê tetbîqata hêza nukleer bikin. -
Neteweyên Yekbûyî: Li Sahel Efrîkayê birçîbûneke zêde heye
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Sahel Efrîkayê herî kêm 10,5 milyon kes birçî ne û pêdivî bi 500 milyon dolaran heye. -
Ji bo bahozeke mezin a li Ewropayê hişyarî tên kirin
Li gelek welatên Ewropayê ji bo bahoza ‘Eûnîceyê’ hişyariyên mezin hatin kirin. Li Kraliyeta Yekgirtî seferên balefir û trênan hate sekinandin, dibistan hatin girtin û li hinek herêman elektrîk hate qutkirin. -
Rûsya hêzên xwe vedikişîne yan jî zêde dike?
Di daxuyaniyên fermî yên Rûsyayê de tê gotin, ku hêzên li ser sînorê Ûkraynayê vedikişîne. Lê Ûkrayna û DYE berevajî vê yekê dibêjin. -
Li Meksîkayê di nav 24 saetan bi kêmanî 1260 penaber hatin destgîrkirin
Li Meksîkayê di nav 24 saetan de di operasyonan de ji 33 neteweyên cihê bi kêmanî 1266 penaber hatin destgîrkirin. -
Li Brezîlyayê bîlanço giran dibe: 104 kesan jiyana xwe ji dest dan
Ji ber lehî û hezîna axê ya li bajarê Petrepolîs ê Brezîlyayê 104 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li başûrê Tehranê teqîn: 6 jê jin 9 kes mirin
Li bajarekî li başûrê paytexta Îran Tehranê teqînekê rû da. Di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 6 ji wan jin e. -
Li Brezilyayê ji ber lehiyê 100 kes mirin
Li eyaleta Rîo de Janeîro a Brezîlyayê ji ber şiliya zêde û şeqitîna erdê bi kêmanî 94 kes mirin, 35 kes winda ne. -
Hejmara miriyên li Brezîlyayê bû 34
Li bajarê tûrîstîk Petropolîs ya dikeve başûrê rojhilatê Brezîlyayê di encama lehî û herikîna axê ya ji ber barîna zêde ya baranê hatî herî kêm 34 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Brezilyayê şiliya zêde: Bi kêmanî 18 kes mirin
Li rojhilatêbaşûr ê Brezilyayê li bajarê turîstîk ê eyaleta Rîo de Janeîro ji ber şilikiya zêde erd şeqitî û bi kêmanî 18 kes mirin. -
Serokkomarê Îsraîlê wê biçe Tirkiyeyê
Serokkomarê Îsraîlê Îsaac Herzog plan dike ku serdana Tirkiyeyê bike. -
Leşkerên Rûsyayê yên li ser sînorê Ûkraynayê vedigerin baregehên xwe
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku leşkerên Rûsyayê yên li ser sînorê Ûkraynayê vedigerin baregehên xwe yên leşkerî. -
Elmanyayê bang li Rûsyayê kir ku leşkerên xwe vekişîne
Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock bang li Rûsyayê kir ku leşkerên xwe yên li ser sînorê Ûkraynayê vekişîne. -
Welatên G7 gefa pêkanînan li Rûsyayê xwarin
Wezîrên Maliyeyê yên Welatên G7 gef xwarin ku eger Rûsya êrişeke leşkerî bibe ser Ûkraynayê wê pêkanînên aboriyê ferz bikin ku ev yek wê ji bo aboriya Rûsyayê encamên bi lez û mezin bi xwe re bîne. -
Frank-Walter Steînmeîer careke din bû Serokkomarê Elmanyayê
Frank-Walter Steînmeîer ji bo 5 salan carek din wek serokomarê Elmanyayê hat hilbijartin. -
Di krîza Ûkraynayê de hewldanên dîplomatîk rageşî kêm nekir
Di krîza Ûkraynayê de ku "alarma şer" lê dide, hevdîtinên dîplomatîk ên navbera hêzên Rojavayî û Rûsyayê de bi kêrî kêmkirina rageşiyê nehat. -
Li Efganistanê di mehekê de 150 kes ji ber nexweşiya sorikê jiyana xwe ji dest dan
Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê diyar kir li Efganistanê bi deh hezaran kes bi nexweşiya sorikan ketine û di meha Çileyê de piraniya wan zarok 150 kes ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane. -
DYE û tifaqên wê yên li Asyayê li hemberî Çînê dibin yek
Wezîrên Karên Derve yên DYE, Avûstralya, Japonya û Hindistanê bêyî ku nav bidin li hemberî bandora Çînê ya li herêma Asyaya Pasîfîk, ji bo tifaqa xwe ya bi navê Qûad xurt bikin dest bi hevdîtinan kirin. -
Li Meksîkayê ji destpêka salê û vir ve 5 rojnamevan hatin kuştin
Li eyaleta Oaxaca ya li başûrê Meksîkayê rojnamevanek hate kuştin. -
Biden bang li welatiyên DYE'yê ku 'tavilê' Ûkraynayê biterikînin
Serokê DYE'yê bang li welatiyên xwe yên li Ûkraynayê kir ku "tavilê" vî welatî biterikînin û got, "Em bi yek ji mezintirîn artêşên cîhanê re rû bi rû ne." -
Li gorî NATO'yê bicihkirina leşkerî ya Rûsa 'kêliya taloke ye'
Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg diyar kir bicihkirina leşkerî ya Rûsya ya li ser Ukrayna û Belarûsê ji şerê sar û wir ve bicihkirina herî girîng a leşkerîye û ji bo ewlehiya Ewropayê 'kêliya herî taloke ye.'' -
Li ser sînorê Erebistana Siûdî şerê bi Hûsiyan re
Li bakur rojavayê Yemenê, li nêzî sînorê bi Erebistana Siûdî re sê roj in di navbera Hûsiyan û hêzên hikumetê de şer diqewime. Tê gotin ku zêdeyî 30 leşker hatine kuştin.