Frank-Walter Steînmeîer careke din bû Serokkomarê Elmanyayê

Frank-Walter Steînmeîer ji bo 5 salan carek din wek serokomarê Elmanyayê hat hilbijartin.

Frank-Walter Steînmeîer ê sosyal demokrat ji bo erkê serokkomartiyê ji nû ve ji aliyê komîsyona hilbijartinê ve hate hilbijartin. Komîsyona navborî ji parlamenterên neteweyî, hilbijartiyên herêmî, rêveberên berê yên Alman û hin endamên saziyên sivîl pêk tê.

Steînmeîer ji Adara 2017’an vir ve serokkomaratiyê dike. Steînmeîer, ku ji bo 5 salan careke din wek Serokomar hat hilbijartin, beriya serdana serokwezîrê Elmanyayê Olaf Scholz, ya destpêkê wê li Kîevê û piştre jî bo Moskowê pêk bîne, li ser aloziya li dora krîza Ukraynayê nêrîna xwe anî ziman.

Steînmeîer got, "Em li Rojhilata Ewropayê di bin xeteriya şer û pevçûnên leşkerî de ne û Rûsya berpirsyar e."