Li Tûnûsê Rewşa Awarte heta dawiya salê hate dirêjkirin
Li Tûnûsê Rewşa Awarte ya ku di sala 2015’an de hatibû îlankirin heta dawiya sala 2022’an hate dirêjkirin.
Li Tûnûsê Rewşa Awarte ya ku di sala 2015’an de hatibû îlankirin heta dawiya sala 2022’an hate dirêjkirin.
Li gorî biryarnameya Serokkomariyê ya ku di Rojnameya Fermî ya Tûnûsê de hate weşandin, Rewşa Awarte ya ku di sala 2015’an de hatibû destpêkirin û wê di 20’ê Sibatê de bi dawî bibe, heta 31’ê Kanûna 2022’an hate dirêjkirin.
Li Tûnûsê di 24’ê Mijdara 2015’an de êrişeke bombeyî li hemberî Alaya Mûhafizên Serokkomariyê hatibû kirin û piştre Rewşa Awarte hatibû îlankirin. Wê Rewşa Awarte piştre gelek caran hatibû dirêjkirin.