Li Efganistanê di mehekê de 150 kes ji ber nexweşiya sorikê jiyana xwe ji dest dan

Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê diyar kir li Efganistanê bi deh hezaran kes bi nexweşiya sorikan ketine û di meha Çileyê de piraniya wan zarok 150 kes ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Berdevka Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê (WHO) Chrîstîan Lîndmeîer li Cenevreyê di brîfîngê de diyar kir ku ji Tîrmeha 2021’an û vir ve li Efganistanê nexweşiya sorikan zêde bûye.

WHO’yê diyar kir di meha Çileyê de 35 hezar û 319 kes bi nexweşiya sorikan ketine û ji sedî 97’an zarokên biniya 5 salî, bi giştî 156 kes ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

WHO diyar kir wê di meha Gulanê de dest bi kampanyaya derzîkirinê bike û di vê çarçoveyê de hedefa wan ev e ku derziyan li sê milyon zarokan bixînin.