Leşkerên Rûsyayê yên li ser sînorê Ûkraynayê vedigerin baregehên xwe
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku leşkerên Rûsyayê yên li ser sînorê Ûkraynayê vedigerin baregehên xwe yên leşkerî.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku leşkerên Rûsyayê yên li ser sînorê Ûkraynayê vedigerin baregehên xwe yên leşkerî.
Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov diyar kir ku leşkerên Rûsyayê vedigerin baregehên xwe yên leşkerî.
Konaşenkov got “Yekîneyên herêmên leşkerî yên Başûr û Rojava yên ku peywira xwe temam kirin, îro wê vegerin garnîzonên xwe.”
Ev daxuyanî wekî sînyaleke nermbûna aloziya bi welatên rojava re hate nirxandin.
Sûcdariya welatên rojava ev e ku Rûsya ji bo dagirkeriya Ûkraynayê amadekariyan dike. Rayedarên DYE jî di rojên dawîn de diyar dikirin dibe ku operasyona dagirker dest pê bike. Rûsya jî îddîayên dagirkeriyê qebûl nedikir û dixwest were diyarkirin wê Ûkrayna tevî NATO’yê nebe. Welatên rojava heta niha ev daxwaz red dikirin.
Beriya muzakereya di navbera Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokwezîrê Elmanyayê Olaf Schûlz ev vekişandin pêk hat. Beriya Schûlz hefteya borî Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron çûbû Moskovayê.