Li Meksîkayê di nav 24 saetan bi kêmanî 1260 penaber hatin destgîrkirin
Li Meksîkayê di nav 24 saetan de di operasyonan de ji 33 neteweyên cihê bi kêmanî 1266 penaber hatin destgîrkirin.
Li Meksîkayê di nav 24 saetan de di operasyonan de ji 33 neteweyên cihê bi kêmanî 1266 penaber hatin destgîrkirin.
Li gorî daxuyaniya ku Enstîtûya Netewî ya Penaberan dayî penaber di ser 22 saziyan re bi rengekî 'bêpergal' derbas dibûn.
Hate ragihandin ji kesên ku hatine destgîrkirin 741 jê mêr, 322 jê jin û 203 jê zarok in. Hate gotin piraniya zarokan Kolombî, Hondurasî, Guatemalayî, Kubayî û Salvadorî ne.
Rayedadaran diyar kirin di nav penaberan de Efgan, Ermen, Kanadî, Etîyopyayî, Pakîstanî, Somalî, Çînî,Tirk, Rûs û Italî jî hene.
Li gorî daneyên fermî sala 2021'an li sînorên başûr ên DYE'yê bi qasî 2 milyonan koçber hatin destgîrkirin.
Sala 2021'an di navbeyna çile û îlonê de 190 hezarî zêdetir penaberên 'bêkaxit' (yên ku destûra rûniştina wan nîne) hatin tespîtkirin. Ev jî tê maneya ku li gorî saal 2020'an ji berê 3 caran zêdetir penaber bê kaxiz in. 74 hezar û 300 penaber hatin dersînorkirin.